Nuxşe Nasîh: Dengê xwe bidin wan kesên ku mafên Helebceyê misoger dikin

09-11-2025
Nîşan Hilbijartin Dengdana Taybet Helebce Nuxşe Nasîh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasîhê ji Rûdawê re ragihand, "Dengê xwe bidin wan kesên ku mafên Helebceyê misoger dikin."

Îro li Îraq û Herêma Kurdistanê dengdana taybet tê kirin

Di dengdana taybet a îro de, 1 milyon û 313 hezar endamên hêzên ewlehiyê (Pêşmerge jî di nav de ne) û  nêzîkî 26 hezar koçberan dê dengê xwe bidin.

Dengdanê saet 07:00an dest pê kir û dê saet 18:00an bi dawî bibe.

Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasîh li ser dengdanê ji Rûdawê re axivî:

"Ji ber rêkarên komîsyonê, heta niha pêvajoya dengdana taybet bi lez û başî berdewam dike û ti bûyereke nexwestî nehatiye tomarkirin.

Em wekî îdareya parêzgeha Helebceyê serperiştiya pêvajoyê dikin û daxwaz dikin ku 11ê mehê roja ku dengdana giştî ye, ev pêvajo bi heman aramiyê be."

"Dengê xwe bidin wan kesên ku…”

Parêzgara Helebceyê peyamek arasteyî dengderan kir û got, "Dengê xwe bidin wan kesên ku mafên Helebceyê misoger dikin."

Ji bo hilbijartinên Encumena Nûneran a Îraqê, parêzgeha Helebceyê li gel Silêmaniyê hatiye diyarkirin ku bi giştî mafê dengdanê yê 108 hezar û 344 dengderên taybet heye û beşek ji wan li Helebceyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst