Li Şeqlaweyê xwişk û birayek di hewzeke avjeniyê de xeniqîn

09-11-2025
RÛDAW
Nîşan Şeqlawe Zarok Hewz Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şeqlaweyê ya parêzgeha Hewlêrê xwişk û birayek di hewzeke avjeniyê de xeniqîn ku her du jî zarok bûn.

Birêvebirê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Şeqlaweyê Ebdulqadir Dilşad ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Bûyer li hewzeke avjeniyê ya vîlayeke geştyariyê çêbûye û di encamê de du zarok xeniqîne."

Ebdulqadir Dilşad her wiha anî ziman:

"Ji ber ku bûyer li nav malekê çêbûye, em nehatine agahdarkirin û termên wan veguhastine nexweşxaneyê."

Çavkaniyekî ji Birêvebiriya Tenduristiyê ya Şeqlaweyê ji Rûdawê re anî ziman:

"Termên du zarokan anîn nexweşxaneyê ku bi eslê xwe Ereb bûn.

Piştî rêkaran ew şandin Tiba Dadî."

Ebdulqadir Dilşad amaje pê kir ku ji bilî bûyera îro, îsal 2 kesên din jî xeniqîne.

Bi bûyereke bi heman rengî de 7ê vê mehê 2 zarokên ku bira bûn li Îdareya Serbixwe ya Germiyanê xeniqîbûn.

Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, îsal zêdetirî 55 kesan di çem û rûbarên Herêma Kurdistanê de xeniqîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst