Li Rihayê 2 zarok di kanala avdaniyê de xeniqîn

04-05-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Zarok Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, du zarokên 12 û 13 salî di kanala avdaniyê de xeniqîn.

Li gorî zanyariyan, îro  hinek malbat ji bo seyranê çûn gundê Osmanbegê yê navçeya Xelîliyê ku kanala avdanê tê re derbas dibe.

Li wê derê zarokên bi navê Îbrahim Halîl Kiliçê 13 salî û Ruveyda Demîra 12 salî dema li kêleka kanalê dilîstin ketin nav kanalê û bi ber avê çûn.

Her du zarok ji aliyê kesên li wê derê û malbatên wan ve ji nav kanalê hatin derxistin.

Wan her du zarok birin Nexweşxaneya Zanîngeha Harranê.

Lê tevî midaxeleye li nexweşxaneyê her du zarok mirin.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, her sal gelek zarok di kanalên avdaniyê de dixeniqin û bi biryara parêzgariyê ketin û avjeniya di kanalê de hatiye qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst