Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê nû yê Fînlandayê yê Îraqê Antti Putkonen pêwndiyên dualî gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Balyozê Fînlandayê yê Îraqê Antti Putkonen qebûl kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, pêwendiyên di navbera Fînlandayê û Îraq û Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin.
Piştgiriya Herêma Kurdistanê hat ragihandin
Nêçîrvan Barzanî, ji bilî pîrozkirina destbikarbûna Antti Putkonen, piştgiriya tam a Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina erkê wî ducare kir.
Nêçîrvan Barzanî her wiha, daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo bi pêşxistina zêdetir a pêwendiyên bi Fînlandayê re anî ziman.
Fînlanda amade ye pêwendiyan bi pêş bixe
Ji aliyê xwe ve, Balyozê nû yê Fînlandayê kêfxweşiya xwe ji bo destpêkirina erkê xwe li Îraqê nîşan da.
Wî tekezî li ser amadebûn û daxwaza welatê xwe ya ji bo bi pêşxistina pêwendiyan û hevkariya hevbeş a bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kir.
Rewşa herêmê hat gotûbêjkirin
Rewşa giştî ya herêmê û çend mijarên din ên ku ji bo her du aliyan xwedî girîngiyeke hevbeş in, babeteke din a hevdîtinê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse