Nêçîrvan Barzanî: Projeya Bipêşketinê pêngaveke dîrokî ye ji bo avakirina Îraqeke aram

22-02-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mihemed Şiya Sûdanî Konferansa Diyaloga Navneteweyî ya Bexdayê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, "Projeya Bipêşketinê gaveke dîrokî ye ji bo avakirina Îraqeke aram."

Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî çû Bexdayê da ku beşdarî Konferansa Diyaloga Navneteweyî ya Bexdayê bibe.

Serokwezîrê Mihemed Şiya Sûdanî, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê Mihemed El-Hesen jî beşdarî konferansê bûn.

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de got, "Li Herêma Kurdistanê em bawer dikin ku aramiya Îraqê di berjewendiya hemû kesî de ye.

Em bi temamî piştgiriyê didin Projeya Bipêşketinê.

Îraq dikare bibe pirek ji bo diyalogê ne qadeke nakokiyan.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku derfeteke baş li pêşiya Îraqê heye ku bibe navendeke girîng a bazirganiyê û amaje pê kir ku curbicuriya civaka Îraqê çavkaniyeke bihêz a Îraqê ye.

Nêçîrvan Barzanî her wiha got, "Tevî astengiyan bi hewla hemû kesî, Îraq dikare ber bi pêş ve here."

Îro çalakiyên Heftemîn Diyaloga Navneteweyî ya Bexdayê dest pê kir, navê konferansê "Pêwendî ji bo Bipêşketin û Aramiya Herêmê" ye û dê du rojan berdewam bike.

Biryar e Nêçîrvan Barzanî dê îro bi Mihemed Şiya Sûdanî û gelek berpirsên din ên Îraqê jî re bicive. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst