Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriyê didin projeyên Dezgeha Rwangayê

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Dezgeha Rwangayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî bi tîma Dezgeha Rwangayê re civiya û piştgiriya xwe ya ji bo projeyên wan anî zimên.

Nêçîrvan Barzanî pesnê xebatên dezgehê da û got, “Ez dê ji bo serxistina projeyan her cure piştgiriyê bidim.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tîma Dezgeha Rwangayê re civiya û pesnê kar û xebatên wan da, bi taybetî jî yên di warê pêgihandina ciwanan û sektora perwerdeyê de.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew dê ji bo serxistina projeyên wan her cure piştgiriyê bidin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwaziya tîma Dezgeha Rwangayê kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de tîma dezgehê li ser kar û çalakiyên xwe yên niha û plan û bernameyên xwe yên paşerojê kurtelêkolinek pêşkêş kir.

Di civînê de bal hat kişandin ser wan warên ku dezgeh tê de xizmetê dike ku ev in:

Xêrxwazî, alîkariya mexdûran, bipêşxistina şiyanên ciwanan, lêkolîn, xwendin û perwerde, çand, peydakirina derfetên kar, parastina jîngehê û tenduristî li seranserê Herêma Kurdistanê û Îraqê.

Pesnê kar û xizmetên wan da

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li wan kir û pesnê kar û xizmetên Dezgeha Rwangayê da û bi taybetî amaje bi "warê piştgirî û perwerdekirina ciwanan, alîkariya sektora perwerdeyê û bipêşxistina şiyanên ciwanan" da.

Serokê Herêma Kurdistanê hêviya serkeftinê ji wan re xwest û "hemû piştgiriya xwe ji bo berdewamî û serxistina kar û projeyên wan ducare kir."

Tîma Dezgeha Rwangayê jî ji ber piştgirî û handana berdewam a ji bo kar û çalakiyên wan, spasiya Nêçîrvan Barzanî kir û tekez kir ku ew dê bi hemû şiyanên xwe li ser xizmetkirina di warên cuda de berdewam bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst