Li Amedê çav çavan nabîne: Hemû seferên asmanî hatin betalkirin

09-12-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Mij Geştên Asmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê du roj in mij û moran heye û ji ber vê yekê seferên asmanî hatin betalkirin.

Li Amedê mesafeya dîtinê li hinek herêman daketiye heta sifirê û çûn û hatina asmanî û bejahî zehmet bûne.

Her wiha hemû geştên îro yên ji parêzgeha Amedê ber bi parêzgehên din ve hatin betalkirin û eger rewş asayî bibe dê geşt careke din dest pê bikin.

Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku şert û mercên hewayê bi rîsk in û dê îro heta derengê şevê li parêzgeha Amedê mij û moran hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst