Zekem Rojhilatê Kurdistanê dide ber xwe û dibistan tên girtin

Duh li 02:03
RÛDAW
Nîşan Urmiye Kirmaşan Grîp Înfluenza Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber belavbûna bilez a zekem (grîp, şewb, bapêş, înfluenza) îro li hemû dibistanên parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê betlane hat ragihandin.

Her wiha li parêzgehên Kirmaşan û Îlamê jî ji bo rêlibergirtina belavbûna wê nexweşiyê, perwerdeya li dibistanên seretayî hat rawestandin.

Birêvebiriya Kontrolkirina Krîzan a Parêzgeha Urmiyeyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku bi armanca parastina tenduristiya xwendekaran û qutkirina zincîreya veguhastina vîrûsa grîpê, îro hemû dibistan û navendên xwendinê yên li parêzgehê tên girtin.

Di daxuyaniya birêvebiriyê de hişyarî hat dayîn û hat gotin:

"Pêwîst e komên hesas ên wekî zarok, jinên ducanî, kal û pîr û kesên nexweşiyên wan ên dil û bêhnçikînê hene, eger karekî wan ê gelekî pêwîst nebe, li malê bimînin."

Li Kirmaşan û Îlamê dibistanên seretayî hatin girtin

Li parêzgehên Kirmaşan û Îlamê jî li dibistanên seretayî perwerde hat rawestandin.

Birêvebirê Giştî yê Kontrolkirina Qeyranan a Parêzgeha Kirmaşanê Elîrza Heyderî ragihand ku li ser pêşniyara Lijneya Tenduristiyê û bi erêkirina Parêzgarê Kirmaşanê Menûçehr Hebîbî, îro dibistanên seretayî girtî ne.

Li Kirmaşanê perwerdeya li qonaxên navendî, amadeyî û zanîngehan wekî rojên asayî berdewam dike.

Li aliyê din Lijneya Tenduristiyê ya Parêzgeha Îlamê ragihand ku ji ber ku gelek zarok bi grîpê ketiye, îro baxçeyên zarokan û dibistanên seretayî (her du dewamên sibeh û nîvro) tên girtin û perwerde dê bi awayê online be.

Li Merîwanê baranê dibistan girtin

Li bajarê Merîwanê jî betlane hat ragihandin lê ew ne ji ber zekemê, ji ber pêla baranê ye.

Lijneya Rûbirûbûna Krîzan a Merîwanê ragihand ku ji ber pêşbîniyên keşnasiyê yên metirsiya kombûna avê li kolanan, biryar hat dayîn ku îro tenê li baxçeyên zarokan û dibistanên seretayî yên bajêr betlane be.

Li gorî agahiyên Rûdawê, li parêzgeha Loristanê pêvajoya xwendinê bi awayekî asayî didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst