Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Urmiyeyê ragihand ku li parêzgehê pirsgirêka kêmbûna dibistanan heye û ji bo çareserkirina wê pêwîst e 800 dibistanên nû werin çêkirin.
Parêzgarê Urmiyeyê Reza Rehmanî amaje bi pirsgirêka kêmbûna dibistanan a li parêzgehê kir û got:
“Planeke taybet ji bo avakirina dibistanan hatiye danîn. Piştî lêkolîn û nirxandinên hûr, li gorî pêwîstiyan dê li bajar û navçeyên cuda dibistanên nû werin avakirin.”
Li gorî gotina Reza Rehmanî, ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna dibistanan li parêzgeha Urmiyê, pêwîstî bi avakirina 800 dibistanên nû heye.
600 polên nû hatin çêkirin
Birêvebirê Giştî yê Perwerdeyê yê Parêzgeha Urmiyeyê Elî Ekber Semîmî jî da zanîn ku ji bo sala nû ya xwendinê 600 polên xwendinê hatine çêkirin û radestî perwerdeya parêzgehê hatine kirin.
Bi gotina Elî Ekber Semîmî biryar e heta dawiya îsal hezar û 100 polên din ên xwendinê werin temamkirin.
Zengila dibistanan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 23yê Îlona 2025an lê da.
Li gorî Wezareta Perwerdeyê ya Îranê, îsal hejmara xwendekarên qonaxa seretayî li wî welatî zêdetirî 9 milyon xwendekarî ye û 6 milyon û 980 hezar xwendekar jî di qonaxên navîn û amadehiyê de dixwînin.
Birêvebiriya Perwerdeyê ya Parêzgeha Urmiyeyê jî ragihand ku îsal hejmara xwendekarên qonaxên cuda yên li parêzgehê zêdetirî 700 hezar xwendekarî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse