Ciwanekî ji Şemzînanê 3 meh in li Hewlêrê winda ye

10-02-2024
Helebja Sadon
Ciwanekî ji Şemzînanê 3 meh in li Hewlêrê winda ye
Ciwanekî ji Şemzînanê 3 meh in li Hewlêrê winda ye
Nîşan Okan Teymur Hewlêr Şemzînan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê ciwanekî 21 salî yê ji navçeya Şemzînana Colemêrgê, 3 meh in winda ye û çarenivîsa wî hîn jî nayê zanîn.

Li gorî agahiyan, ciwanê bi navê Okan Teymur Mihemed (21), 8ê Çileya Paşîna 2023yan bi destûr ji kar derketiye û ji wê rojê ve winda ye.

Li gorî dîmenên kamerayên çavdêriyê, Mihemed herî dawî li malekê ya Hewlêrê hatiye dîtin.

Mamê wî Şakir Mihemed got ku wan agahî dane hemû deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê lê Okan Teymur Mihemed ji Herêma Kurdistanê derneketiye.

Bi gotina mamê wî, ew ne alîgirê tu partiyan bûye û behsa ti geşt û seferan jî nekiriye.

Malbata wî ji rayedarên hikûmeta Herêmê dixwaze ku alîkariya wan bikin û kurê wan bibînin.

“Wî behsa siyasetê nedikir”

Şakir Mihemed diyar kir ku li gorî kamerayên çavdêriyê, Okan ji cihê karê xwe çûye malê piştre xwarin xwariye û ji malê derketiye û êdî diyar nabe.

Şakîr Mihemed got:

“Ev çend sal e Okan li cem min e û min ti caran tiştek lê nedîtiye û min ti carî nedîtiye behsa siyasetê kiriye. Lewma bawer nakim tevlî refên PKKyê bûbe.”

Okan mezinê malê bû. Li kargehekê Hewlêrê kar dikir, ji dema hatî Herêma Kurdistanê ve wî karê xwe neguhertiye.

Daxwaza malbata wî ew e çarenivîsa kurê wan diyar bibe.

Mamê Okan wiha berdewam kir, “Daxwaziya me ji hikûmeta Herêma Kuirdistanê ye ku alîkariya me bikin û wî bibînin.

Em dixwazin bizanin ka sax e yan miriye. Tenê ji bo dayik û bavê wî.”

“Okan bê pirsgirêk bû”

Li gorî hevalên Okan, ew kesekî bê pirsgirêk bû û jiyana xwe ji bo dayîk û bav û 7 xwîşk û 3 birayan xwe tarxan kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst