Şêxmûs Ehmed: Mal û milkên Kurdan diyarî xizmên xwe dikin

1 demjimêr berê
Nalîn Hesen
Şêxmûs Ehmed û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Şêxmûs Ehmed û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şêxmûs Ehmed Rojavayê Kurdistanê Kobanî Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Kar û Barên Koçberan û Kampan ê Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê malên Kurdan hatine talankirin û çekdar mal û milkên Kurdan didin mirovên xwe.

Şêxmus Ehmed her wiha ragihand ku êrişeke hovane li dijî xelkê Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin û hejmara koçberan gihiştiye nêzîkî 300 hezar kesî.

Berpirsê Kar û Barên Koçberan û Kampan ê Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed beşdarî bultena Nûrojê bû û rewşa dawî ya mirovî eşkere kir.

Şêxmus Ehmed destnîşan kir ku çekdarên hikûmeta demkî ya Şamê bi awayekî nijadperestî nêzîkî Kurdan dibin û gelek binpêkirinên giran li dijî sivîlan pêk tînin.

Şêxmûs Ehmed derbarê hejmara koçberan jî got, "Amarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên ku dibêjin 170 hezar kes koçber bûne, ne nerast in.

Li gorî amarên me, hejmara rastî du qatê wê ye û nêzîkî 300 hezar kesî ye."

Şêxmus Ehmed her wiha ragihand ku ji bo tesbîtkirina amarên rast û hûrgilî, komîteyeke hevbeş di navbera Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser de hatiye avakirin û ew dê di demeke nêzîk de encamên xwe eşkere bikin.

Rewşa Kobaniyê û koçberiya ji Reqayê

Berpirsê Kar û Barên Koçberan bal kişand ser krîza li Kobaniyê û got ku niha nêzîkî 200 hezar koçber li Kobaniyê ne.

Ji vê hejmarê, tenê 150 hezar kes ji Reqayê koçber bûne û wan berê xwe daye Kobaniyê.

Şêxmus Ehmed her wiha eşkere kir ku li dehan gundên başûrê Kobaniyê "komkujî" hatine kirin û mal û milkên Kurdan li Reqayê hatine talankirin û ber bi Îdlibê ve hatine birin.

Li aliyê din, xelkê Hisîçayê (Hesekê) jî ji ber tirs û metirsiya şer neçar mane ber bi bajarên Dirbêsiyê û Dêrikê ve koç bikin.

Krîza xizmetguzariyan

Şêxmûs Ehmed da zanîn ku Kobanî niha di rewşeke pir zehmet de ye, av û elektrîk hatine qutkirin.

Her wiha çekdaran amûrên şîrketa înternetê (R-cell) û jeneratorên bircên pêwendiyan dizîne ku vê yekê jiyana rojane hîn girantir kiriye.

Wî derbarê vegera li Serê Kaniyê jî got, "Hinek malbatên Ereb vegeriyane lê wekî vegereke bikom û fermî tiştek nîne.

Ji bo vê yekê divê di çarçoveya peyaman HSD û Hikûmeta Demkî de gavên pratîk bên avêtin."

Spasiya ji bo Herêma Kurdistanê

Şêxmûs Ehmed di dawiya axaftina xwe de spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku xwedî pêwendiyên navdewletî ye û di krîzê de roleke girîng lîstiye.

Wî her wiha spasiya Herêma Kurdistanê kir ku alîkariyên lezgîn gihandine koçberan û ev yek wekî faktoreke sereke ya ji bo çareseriyeke bilez bi nav kir.

Şêxmus Ehmed bangî Berhem Salih û Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) kir ku bi awayekî çalaktir destwerdanê bikin û alîkariya koçberan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst