Bazara Lengeyê şewitîbû: Parêzgarê Hewlêrê daxuyanî da

10-04-2024
Şewata li Lengeyê / Wêne: Rûdaw - Arşîv
Şewata li Lengeyê / Wêne: Rûdaw - Arşîv
Nîşan Hewlêr Lenge Şewat Daxuyanî Umêd Xoşnaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw da zanîn ku ew ji ber şewata li Lengeyê bi guman in.

8ê vê mehê agir bi Bazara Lengeyê ya Hewlêrê ketibû û gelek dikan şewitîbûn.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di konferanseke rojnamegeriyê de li ser mijarê axivî.

“Em vê carê bi guman in”

Xoşnaw diyar kir ku li ser vê şewatê gumanên wan hene û berdewam kir:

"Sedemên şewatên berê diyar bûn lê em vê carê bi guman in.

Ji ber van gumanan jî lijneyek hatiye avakirin da ku lêkolînan bike."

27ê Sibatê agir bi Bazara Lengeyê ketibû û herî kêm 200 dikan şewitîbûn.

8ê Nîsanê careke din agir bi heman bazarê ket û dîsa gelek xisar gihişt esnafan.

Van şewatên li ser hev gumanên sabotajê anîbûn rojevê.

Umêd Xoşnaw eşkere kir ku ew dê encamên lêkolînan bi raya giştî re parve bikin.

Li gorî agahiyên ku Xoşnaw dane, dê xebatên nûkirin û paqijkirinê piştî cejnê dest pê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst