Li Colemêrgê ji ber ba û bahozê dibistan îro girtî ne

10-04-2025
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Ba û Bahoz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ji ber ba û bahozê zerar gehişte 69 serbanê malan û 3 kes birîndar bûn.

Her wiha Parêzgariya Colemêrgê ragihandiye ku ji ber keşûhewaya neyînî îro dibistan girtî ne.

Li gorî daxûyaniya Parêzgariya Colemêrgê, di demjimêrekê de bi leza 100 kîlometreyî ba û bahoz çêbûye û di encam de 69 serban firiyane û 3 kes birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku li gorî pêşbîniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê dê rewş berdewam be û divê welatî li gorî vê yekê tedbîrên pêwîst wergirin.

Li gel vê yekê Parêzgariya Colemêrgê li ser hesabê xwe yê medya civakî bi peyamekê ragihand ku îro li navenda parêzgehê û li navçeyên Şemzîna, Çelê, Rûbarok û Geverê dibistan dê girtî bin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) bi giştî bo 31 parêzgehan hişyarî daye ku 19 parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî di nav de ye û hatiye diyarkirin ku divê welatî li hember lehî, birûsk, firîna serban, aşût û jehrîbûna ji sobê û gaze hişyar bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst