Li Enqereyê kana madenê herifî: 13 karker birîndar bûn

10-04-2025
RÛDAW
Nîşan Enqere Kana Komirê Herifîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Beypazariyê ya Enqereyê di rûxîna li kaneke madenê de 13 karker birîndar bûn, rewşa yekî ji wan giran e.

Li kana rejûyê (komir) ya li taxa Hirkatepeyê ya navçeya Beypazariyê demjimêrên sibehê beşa ku makîneyên hilberinê lê ne herifî.

Di vê demê de 13 karker ên ku li nêzî makîneyan dixebitin ji ber bandora givaşê birîndar bûn.

Birîndar sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Beypazariyê hatin kirin. Ji karkerên birîndar 2 ji wan şandin Enqereyê.

Parêzgarê Enqereyê Vasip Şahîn ki ser mijarê ragihand ku di qezayê de 13 karker birîndar bûne û rewşa yekî ji wan giran e.

Şahîn anî zimên ku di dema bûyerê de 29 karker li kanê bûne û ji wan 13 kes birîndar bûne û got:

"2 birîndar sewqî Enqereyê hatin kirin, 11 kes jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Beypazariyê tên tedawîkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst