Urmiye: 4 Kurd ji ber Newrozê hatin desteserkirin

10-05-2024
RÛDAW
4 Kurd ji ber Newrozê hatin desteserkirin
4 Kurd ji ber Newrozê hatin desteserkirin
Nîşan Urmiye Kurd Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina mafên mirovan ragihand ku li bajarê Sayinqelayê yê Urmiyeyê 4 welatî di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de hatin desteserkirin.

Li gorî rêxistinê, hêzên îstixbarata Îranê li Urmiyeyê kesên bi navê Osman Ebas, Rehman Xusrewî, Hêmin Elîzade û Şehram Sultanî ku xelkê gundê Hacî Abadê yê bajarê Sayinqelayê ne desteser kirin.

Xizmên girtiyan diyar kir ku hêzên îstixbaratê sedema girtina wan eşkere nekiriye û biryara desteserkirinê nîşanî wan nedaye.

Rêxistinên mafê mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê diyar dikin ku pêwendiya desteserkirina wan kesan bi birêvebirina şahiyên Newrozê ve hebûye.

Di çend hefteyên derbasbûyî de bi dehan welatiyên ji Rojhilatê Kurdistanê bi sedema beşdariya pîrozbahiyên Newrozê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine desteserkirin.

Roja çarşemê jî li Pîranşarê 2 çalakvanên jîngeparêziyê yên bi navê Eyûb Resûlzade û Hacî Berze bi heman sedemê hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst