Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Birêvebiriyê y a Reqayê ji bo nîqaşkirina pirsgirêka ezmûnên navendî civîneke lezgîn li dar xist û bi armanca şopandina pêvajoya ezmûnên xwendekaran komîteyek ava kir.
Meclisa Birêvebiriyê ya Kantona Reqayê îro bi armanca birêxistinkirina proseya ezmûnên pola 9an a li gorî rejîma berê, civînek li dar xist.
Ew civîn bi amadebûna endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Yekitiya Şaredariyan, Desteya Hundirîn, Desteya Enerjî û Peywendiyan pêk hat.
Di civînê de bi armanca şopandina pêvajoya ezmûnan, destewerdana lezgîn a di rewşên awarte, mîsogeriya lidarxistina ezmûnên giştî li bajar û gundewarên Reqayê, biryara avakirina “Komîteya Xebatê" hat dayîn.
Di civînê de, behsa rêkarên pêwîst ên ji bo misogerkirina birêveçûna ezmûnan bi selametî hat kirin.
Li ser dabînkirina 27 navendên ezmûnan lihevkirin çêbû ku 23 jê li navenda bajêr û 4 jî li gundewarên derdorê ne.
Her wiha biryar hat dayîn ku tomarkirin ji 11ê Hezîranê ve li avahiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê dest pê bike.
Her wiha kesên beşdarî civînê bûne ji bo çareserkirina her astengiyeke ku dibe rû bide pêşniyara pêkanîna hin tedbîrên pêşîlêgirtinê kir.
Her wiha tekezî li ser ewlekirina navendan, pêşkêşkirina piştgiriya lojîstîk û tenduristî û misogerkirina aramiya pêwendiyan di dema ezmûnan de hat kirin.
Yekitiya Şaredariyan a Kantona Reqayê diyar kir ku dê tevahî navendên ezmûnan paqij bike û avê peyda jê re bike.
Desteya Tenduristiyê jî ji bo rewşên awarte yên muhtemel ambulans û ekîbên tenduristiyê amade kirine.
Desteya Hundirîn jî dê mîsyona parastina navendên ezmûnan bigire ser xwe.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê dê sibe (Çarşem) dest bi veguhastina kursiyên xwendekaran ji bo navendên ezmûnan bike.
Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiyê Xweser navendên tomarkirina xwendekaran ên li kantona Cizîrê, Dêrazor, Tebqa, Reqa û Firatê dê di navbera 11-17ê Hezîranê de dest bi tomarkirinê bikin.
Rêveberiya Xweser û Şamê li ser ezmûnên fermî li hev kiribû
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, der barê ezmûnan de li ser çend xalan li hev kiribû.
Piştî lihevkirinê, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ragihand ku wê navendên tomarkirinê ji bo xwendekarên ku ezmûnên sîstema berê ya Sûriyeyê pêşkêş bikin, diyar kirine.
Li gorî biryarê, ezmûnên qonaxa navîn ên ku dê 14ê Hezîranê bihata kirin dê 21ê Hezîranê werin kirin û komîteyên hevbeş ên demkî dê çavdêriya birêvebirina ezmûnan bikin.
Her wiha ezmûn dê Qamişlo, Hisîça (Hesekê), Reqa, Dêrezor, Tebqa û Kobaniyê werin kirin.
Daxuyaniya nivîskî ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rojavayê Kurdistanê bi vî rengî ye:
“Ji ber berpirsiyariya me ya hevbeş ji bo xurtkirina proseya perwerdeyê û misogerkirina mafên xwendekaran li hemû herêmên Sûriyeyê û li ser bingeha prensîbên hevkarî û yekbûnê di navbera saziyen perwerdeyê de, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyayê, piştî çend civînan ku di navbera 5-6ê Hezîrana 2025an de li dar ketin, ji bo ku proseya ezmûnan bi rêk û pêk bi rê ve biçe û xizmeta berjewendiyên xwendekaran û siberoja xwendina wan bike, li ser van xalan li hev kir:
1. Bipaşixstina ezmûnên qonaxa navîn ji dîroka 14.06.2025 bo dîroka 21.06.2025.
2. Avakirina komîteyên hevbeş ên demkî ji bo çavdêriya rêvebirina ezmûnan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û misogerkirina destpakî û profesyoneliyê di rêvebirina ezmûnan de.
3. Yekirina navendên hevbeş ên demkî ji bo pêşwazîkirina xwendekaran ji herêmên cuda û hêsankirina kar û barê qeydkirina wan li gor pîvanên perwerdeyê yên pêjirandî.
4. Qeydkirin ji dîroka 11.06.2025 dest pê dike heta dîroka 17.06.2025.
5. Hêsankirina veguhastina qeydkirinê ji bo xwendekarên ku li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qeydkirî ne û misogerkirina mafê wan ê beşdarbûna ezmûnan bê astengî.
6. Li şeş bajarên mezin ên pênc kantonan: Qamişlo, Hesekê, Reqa, Dêrezor, Tebqa, û Kobanî (Sirîn), ezmûn bên çêkirin ku şert û mercên lojistîkî baş bin û xwendekar bikarin bi awayekî hêsan xwe bigihînin navendên ezmûnan.
Ev daxuyanî pabendbûna me ya ji bo dabînkirina hawîrdoreke perwerdeyê ya aram û ewle ji bo hemû xwendekarên sûriyayî nîşan dide herweha pabendbûna me ya ji bo xebata hevbeş ji bo başkirina proseya perwerdeyê li herêmên cuda piştrast dike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse