Endamê Şandeya Kurdan: Em dê ji Şamê daxwaza nenavendiyê bikin

10-06-2025
RÛDAW
Endamê Şandeya Hevbeş a Kurdan Nesredîn Îbrahîm / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Endamê Şandeya Hevbeş a Kurdan Nesredîn Îbrahîm / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şandeya Kurdan Dan û Standin Hikûmeta Şamê Rojavayê Kurdistanê Nesredîn Îbrahîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Şandeya Hevbeş a Kurdan Nesredîn Îbrahîm ragihand ku ew dê ji hikûmeta Şamê daxwaza sîstema nenavendîtiyê bikin.

Endamê Şandeya Hevbeş a Kurdan Nesredîn Îbrahîm bû mêvanê bultena Rûdawê û bersiv da pirsên Nalîn Hesenê yên derbarê xebatên şandeyê.

"Dê daxwaza hevdîtinê were kirin"

Nesredîn Îbrahîm da zanîn ku ew dê wekî Şandeya Kurdan a Hevbeş di demek nêzîk de civîna xwe li dar bixin û piştre jî ji bo dan û standinên bi hikûmeta Sûriyeyê re, berê xwe bidin Şamê.

Nesredîn Îbrahîm diyar kir ku ew dê daxwaza hevdîtinê ji hikûmeta Şamê bikin û kengê bersiv ji wan re hat dayîn, dê biçin Şamê.

Şandeya Kurdan piştî "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdan a Rojavayê Kurdistanê" 4ê Hezîranê hat avakirin.

Heta niha navên 9 kesan ji bo Şandeya Kurdan hatine eşkerekirin.

"Şandeya Kurdan dê berfirehtir bibe"

Nesredîn Îbrahîm derbarê hejmara endamên Şandeya Kurdan diyar kir ku ji bo berfirehkirina şandeyê pêşniyar hene û got:

"Berî ku em biçin Şamê civîneke din a me dê çêbibe. Dibe ku jineke akademîsyen a serbixwe ya ji herêma Efrînê tevlî şandeyê bibe. Lê heta niha navê wê nehatiye diyarkirin.

Em hêvî dikin gelê me û hemû rewşenbîr û siyasetmedar piştgiriya şandeya me bikin."

"Dê hinek komîte bên avakirin"

Îbrahîm da zanîn ku ew di wê baweriyê de ye ku di civîna wan a bê de dê hinek komîte bên avakirin û dê ji şandeya wan re berdevkek jî were diyarkirin.

Endamê Şandeya Hevbeş a Kurdan eşkere kir ku dan û standinên wan ên li gel Şamê, dê li ser bingeha wan xalên ku di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdan a Rojavayê Kurdistanê de li ser li hev kirine çêbibin.

"Em dê nenavendîtiyê bixwazin"

Nesredîn Îbrahîm li ser daxwazên Kurdan ên ku dê ji Şamê bên kirin jî got ku ew dê daxwaza Sûriyeyeke navendî ya demokratîk û piralî bikin ku mafên Kurdan û pêkhateyên din tê de bên parastin û got:

"Ew sîstema nenavendîtiyê ya ku em dixwazin divê li gorî şert û mercên Sûriyeyê û pêkhateyên wê be.

Ya girîng ew e ku ew herêmên nenavendî bi xwe rêveberiya xwe bikin û ew bi xwe biryarên xwe bidin.

Armanca me ew e ku herêmên Kurdan ji aliyê siyasî û cografî ve yek bin û em ji bo wê kar dikin."

Li gorî gotina Nesredîn Îbrahîm sîstema nenavendîtiyê Sûriyeyê parçe nake, berevajî wê yekgirtina Sûriyeyê bihêz dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst