Berlîn (Rûdaw) – Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Federal a Almanyayê Serdar Yuksel ragihand ku ew bi şandeke bilind re çûye Şamê û ji berpirsên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re gotiye, "Binpêkirina mafên mirovan û kuştinên li Rojavayê Kurdistanê nayên qebûlkirin."
Yuksel her wiha rexne li stratejiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) girt û got, "Piştgirêdana bi eşîrên Ereb şaşiyeke mezin bû."
Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Almanyayê Serdar Yuksel rewşa mirovî ya li Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re nirxand û rewş wekî "karesat"ê pênase kir.
Yuksel diyar kir ku ew heta 24ê mehê li Şamê bûye û wan fikara xwe ya derbarê parastina canê Kurdan de gihandiye rayedarên hikûmeta nû.
“Şaşiya stratejîk a HSDyê”
Serdar Yukselê ku li bajarê Essenê yê Almanyayê ji dayîk bûye, diyar kir ku ji bilî "xiyaneta Amerîkayê", di siyaseta Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de jî şaşî hebûn û loma sîstem "ji nav de rûxiyaye."
Yuksel li ser vê mijarê got:
“Ez bawer dikim ku stratejiya piştgirêdana bi eşîrên Ereb şaşiyek bû. Bi taybetî kontrolkirina herêmên Ereban jî şaşî bû, diviyabû ew der bihatana radestkirin.
Ev yek bû sedem ku eşîrên Ereban zû aliyê xwe biguherînin û mixabin sîstema Rojava ji hundir ve rûxiya.”
Peywendiyên HSD û Şamê
Yuksel derbarê hevdîtinên şandeya Parlamentoya Almanyayê û berpirsên Şamê jî agahî dan.
Bi gotina Yuksel, berpirsên Şamê ji wan re gotiye ku dan û standinên wan ên li gel Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî "baş bûn" lê li gorî îdiaya Şamê, PKK ji bo encamdana peymanekê "bûye asteng" û "pêvajo sabotaj kiriye".
Siyasetmedarê Kurd destnîşan kir ku di vê rewşa dijwar de Kurdan hevgirtineke mezin nîşan daye.
Yuksel spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) û Serokê Dezgehê Mûsa Ehmed kir ku alîkariyên mirovî gihandine xelkê Rojavayê Kurdistanê.
Rûdaw: Birêz Serdar, spas ji bo vê hevpeyvînê. Hûn wekî şandeke Parlamentoya Federal çar rojan li Sûriyeyê bûn. We çi peyam li Şamê gihand berpirsên hikûmetê? Geşta we çawa derbas bû û we çi agahî bi dest xistin?
Serdar Yuksel: Me bi awayekî pir zelal ji endamên hikûmeta Sûriyeyê re got ku binpêkirina mafên mirovan, destdirêjî û kuştinên ku li Rojavayê Kurdistanê pêk tên, qet nayên qebûlkirin. Min ev yek çend caran ducare kir.
Em pir diliran in ji bo tenduristî û parastina canê Kurdan li Rojava. Mixabin em dibînin ku sîstemek li wir hildiweşe.
Divê em bala xwe bidinê ku ev şer û pevçûnên çekdarî berdewam nekin. Divê di dema herî zû de agirbestek pêk were û rewşeke aştiyane, bi beşdariya kêmneteweyên olî û çandî li Sûriyeyê were avakirin.
Rûdaw: Ehmed Şer xwestibû were Almanyayê lê nekarî û hikûmeta Almanyayê heta niha li hemberî tiştên ku li Sûriyeyê bi serê Kurdan de tên bê deng e. Çima? Û berpirsên li Şamê ji we re çi gotin?
Serdar Yuksel: Berpirsên li Şamê got ku wan dan û standinên baş li gel Mazlûm Ebdî kirine. Wan dixwest bigihin peymanekê lê gotin ku ev pêvajo ji aliyê HSDyê ve hatiye astengkirin. Wan PKK bi sabotekirina vê pêvajoyê tohmetbar kir, Şamê wisa ji me re got. Ji ber vê yekê Mazlûm Ebdî gelek caran bi destên vala vegeriyaye.
Ez bawer dikim ku stratejiya piştgirêdana bi eşîrên Ereb şaşiyek bû; bi taybetî kontrolkirina herêmên Ereban jî şaşî bû, divibû ew der bihatana radestkirin. Ev bû sedem ku eşîrên Ereban zû aliyê xwe biguherînin û mixabin sîstema Rojava ji hundir ve rûxiya.
Her wiha ji ber xiyaneta Amerîkayê û xiyaneta eşîrên Ereb ev rewş çêbû. Çi qasî ev yek xemgîn be j, berpirsyariya Rojavayê (Ewropa) li hemberî Kurdan heye. Wan bi salan canê xwe ji bo azadiya cîhana Rojava feda kir. Berpirsyariya Rojavayê ye ku Kurdan bi tenê nehêle. Em dê vê daxwazê bi zelalî di dan û standinên xwe yên li gel Ehmed Şer de jî bînin ziman.
Rûdaw: Niha rewşa Kobaniyê û bi giştî ya Rojavayê Kurdistanê karesat e. Zarok dimirin, jin dimirin. Hûn wekî fraksiyona SPDyê dixwazin ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê çi bikin?
Serdar Yuksel: Pêwîstiya me bi agirbesteke bilez û mayînde heye. Divê pevçûnên çekdarî bi dawî bibin. Ez dixwazim li vir spasiya 'Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî' (BCF) bikim ku bi fedakarî alîkariyê dikin. Bêyî alîkariyên ji Başûrê Kurdistanê, xelkê li wir dê ji birçîna bimirana û madeyên germkirinê nedidîtin.
Spasiyeke taybet ji bo Kek Mûsa, Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî. Kurd hevgirtineke mezin nîşan didin lê divê ev piştgirî ji sînorên Kurdistanê derkeve. Ewropa û hemû cîhan berpirsyar in ku careke din xiyanetê li Kurdan nekin.
Wergera ji Almanî: Kehî Mehmûd
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse