Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê ji Rûdawê re ragihand ku şandeyeke Dezgeha Îstixbarata Îraqê dê beşdarî merasîma çekdanîna PKKyê bibe.
Komeke gerîlayên PKKyê dê sibe bi beşdariya gelek aliyên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê çekên deynin.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Şandeyeke payebilind a Dezgeha Îstixbarata Niştimanî ya Îraqê, wekî nûnertiya fermî ya Hikûmeta Îraqê hatiye erkdarkirin ku sibe beşdarî merasima çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê bibe.”
Li gorî çavkaniyên Rûdawê piraniya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, beşek ji rêxistinan û kesayetiyên siyasî û rewşenbîr ji bo merasîmê hatine vexwendin.
Çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand:
“Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) du ji wan aliyên sereke ne ku ji bo merasîma sibe ya ji aliyê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ve bi awayekî fermî hatine vexwendin.”
Her wiha şandeyeke ku ji zêdetirî 30 parlamenter, akademîsyen û siyasetmedarên ji Ewropa û Amerîkayê pêk tê dê beşdarî merasîmê bibe û beşek ji wan gihîştine Herêma Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse