Parêzerên Demîrtaş ji bo berdanê serlêdanê dikin

10-07-2025
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş HDP Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî biryara sêyem a binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), parêzer dê sibe ji bo Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û girtiyên Doza Kobaniyê daxwaza berdanê bikin.

Parêzerên Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş, piştî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara binpêkirina mafan da ketin tevgerê.

Li gorî nûçeya Medyascopeyê, parêzer dê roja înê 11ê Tîrmehê, pêşî serî li dadgeha ku ceza daye bidin û daxwaza berdanê bikin.

Parêzer dê paşê serî li Dadgeha Îstînafê bidin û li gorî biryara DMMEyê ya ku delîlên bûne bingeha ceza betal kirine daxwaza beraetê bikin.

DMMEyê roja sêşemê biryar da ku girtina Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş xwedî armancên siyasî ye û divê Tirkiye 55 hezar Euro qerebû bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst