Hewlêr (Rûdaw) - Rûdaw projeya bursa "Baldar" a ji bo xwendina masterê ragihand ku bihayê wê zêdetirî 3,4 milyon dolar e û dê 114 derçûyên zanîngehan jê sûdê wergirin.
30 sermayedar û kesayetiyên Herêma Kurdistanê xerciya kursiyên masterê girtine ser xwe.
Dabînkirina beşek ji kursiyan ji aliyê van kesayetî û sermayedaran ve bûye:
Îdrîs Nêçîrvan Barzanî: 40 kursî
Serdar Bîbanî, Xwediyê Serdar Group û Toyota Îraq: 10 kursî
Mela Yasîn, Xwediyê Kompanyaya Berêz: 6 kursî
Dr. Newzad Bacger, Serokê Desteya Borda Zanîngehên Cîhanê: 5 kursî
Kemal Axa Gerdî, Xwediyê Koma Kompanyayên Herşem: 4 kursî
Kursiyên din jî ji aliyê mêvanên din ên beşdarî Paşîva Rûdawê bûne ve hatine dabînkirin.
Ev projeya mezin ku xewna 114 xwendekarên jîr û jêhatî yên Kurdistanê pêk tîne, destkefta bernameya Paşîva Rûdawê ye ku di meha Remezanê de hat pêşkêşkirin û mazûvaniya sermayedarên Herêma Kurdistanê dikir.
Îdrîs Nêçîrvan Barzanî, dema ku daxwaza beşdarbûna projeyê jê hat kirin, xerciya dabînkirina 40 kursiyên masterê girt ser xwe.
Çalakiya Rûdawê bi sponseriya Vision Educationê tê lidarxistin.
1ê Tebaxê, deriyê serlêdanan vedibe. Kesên ku bawernameya wan a lîsansê hene û dixwazin li derve masterê bixwînin, dikarin ji vê malperê serlêdanê bikin: www.baldar.krd
Hilbijartina ciwanan dê li ser bingeha jêhatîbûn û şiyanên wan be.
Bêstûn Osman, berî destpêkirina çalakiyê di bultena saet 08:00an de got, "Roja 1ê Tebaxê malpera Baldar dê bikeve kar, hemû derçûyên xwedî bawernameya lîsansê yên zanîngehên Herêma Kurdistanê dikarin serlêdanê bikin."
Bêstûn Osman her wiha got,"Di navbera jin û mêran de dê ji sedî 50 werin wergirtin li gel vê yekê dê hewl were dayîn ku par ji birayên Êzidî, Tirkmen û pêkhateyên din re jî were dayîn."
#VÎDEO - Rûdaw çalakiya bursa ❝Baldar❞ a ji bo xwendina masterê radigihîne
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 10, 2025
Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed:
🟠 ❝Rûdawê her dem xema bipêşkeftina ciwanan xwariye❞
🟠 ❝Serkeftina Rûdawê berhema jêhatîbûna ciwanên Kurdistanê ye❞#Rûdaw #Baldar pic.twitter.com/XxDPwoUkDy
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse