Wezareta Pêşmergeyan berfirehtir dibe: 3 lîwayên din tevlî bûn

10-08-2023
Nîşan Hîcab Rojhilatê Kurdistanê Îran Wezareta Pêşmergeyan Lîwa Yekkirina Pêşmergeyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku 3 lîwayên din ên yekîneya 70yî tevlî Wezaretê bûn.

Rêveberê Giştî yê Ragihandinê yê Wezareta Pêşmergeyan Omîd Osman Muhemed, ji Rûdawê re got ku bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêvojoya yekkirina hêzên Pêşmergeyan didome.

Omîd Osman Mihemed da zanîn ku lîwayên 26, 28 û 30î yên yekîneya 70yî tevlî Wezareta Pêşmergeyan bûne.

Mîrlîwa Omîd Osman Mihemed amaje pê kir ku biryara di heqê van her sê lîwayan de heman roja ku ferman hatiye dayîn hatiye cîbicîkirin.

Li aliyê din, di her lîwayekê ji wan de 2 hezar Pêşmerge hene.

“Dê lîwayên din jî tevlî bibin”

Mîrlîwa Omîd Osman Mihemed îfade kir ku heta niha 23 lîwayên hevpar tevlî Wezareta Pêşmergeyan bûnê û got:

“Dê di demekê nêzîk de lîwayên din jî tevlî Wezareta Pêşmergeyan bibin.”

Mîrlîwa Omîd Osman Mihemed anî ziman ku “yekkirina hêzên Pêşmergeyan yek ji armancên herî sereke yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye” û herwiha ev mijar pêdiviyeke Kurdistanê ye.

Yekîneyên 80yî yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîneyên 70yî yên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) herî kêm ji 100 hezar Pêşmergeyî pêk tên.

Di navbera salên 2010-2013an de 28 hezar Pêşmergeyên yekîneyên 70 û 80yî di bin banê 14 lîwayên hevpar de gihane hev.

Sedemên wekî “şerê DAIŞê”, “nakokiyan navbera PDK û YNKyê” û “bûyerên Çiriya Pêşîn a 2017an” Pêvajoya yekkirina Pêşmergeyan sekinand.

Ji bo ku hêzên Pêşmergeyan bigihine hev, sala 2018an bi pêşengiya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê projeyeke ku ji 35 xalan pêk tê hate amadekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst