Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê Fadil Tay ji Rûdawê re ragihand ku wan li dijî birîna daran û talankirina xwezaya Şirnex û navçeyên wê 8 hezar îmze ji welatiyan kom kirine.
Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê ku Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê, Şaxa DEM Partiyê ya Şirnexê û hejmarek rêxistinên civaka sivîl ên bajêr di nav de ne li dijî birîna daran û talankirina xwezaya Şirnexê û navçeyên wê ku bi salan e bi hincetên “ewlehiyê” berdewam e 2 hefte berê kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin.
Berdevkê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê Fadil Tay îro ji Rûdawê re vîdeoyek şand û tê de derbarê wê kampanyaya ku hatiye destpêkirin de axivî.
8 hezar îmze hatine komkirin
Tay eşkere kir ku wan heta niha li navçeyên Cizîr, Silopî û navenda bajarê Şirnexê 8 hezar îmze ji welatiyan kom kirine û got, ew dê wan îmzeyan bigihînin Parlamentoya Tirkiyeyê.
Fadil Tay her wiha daxwaz ji xelkê parêzgehê kir ku li ser dayîna îmzeyan berdewam bin da ku darbirîn û talankirina xwezaya herêmê bê rawestandin.
Berdevkê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê got:
"Bila nebêjin ev îmzeyeke û ti wateya wê nîne. Em bawer dikin piştî ku me ev îmze şandin Parlamentoyê dê bandora wan hebe.”
#VÎDEO - Baroya Şirnexê: Me li hemberî birîna daran 8 hezar îmze kom kirine
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 10, 2025
Berdevkê Komîsyona Jîngehê yê Baroya Şirnexê Fadil Tay:
🎙️ ❝Xwedî li xwezaya derkevin❞
🎙️ ❝Hindek hindek dibe gundek❞
🎙️ ❝Wateya îmzeyan zêde ye❞ pic.twitter.com/3CDEPLGrVi
Birîna daran
Birîna daran li herêma Şirnexê, bi taybetî li herêmên çiyayî yên wekî Cûdî, Gabar û Bestayê, ev çend sal in di rojevê de ye.
Gelek caran ev kar bi hinceta "ewlehiyê" tê kirin lê rêxistinên sivîl û xelkê herêmê dibêjin ku armanc rant û bazirganî ye.
Li gorî raporên berê yên Baroya Şirnexê, di salên dawî de rêjeyeke berçav a daristanên herêmê hatiye birîn.
Darên tên birîn, bi taybetî darên mazî û berûyan e, û ji bo firotinê dişînin bajarên din ên Tirkiyeyê.
Ev rewş dibe sedema koçberbûna ajelên kovî û têkdana hevsengiya ekolojîk a herêmê.
Tevî gelek gilî û nerazîbûnên baroyan, rêxistinên jîngehparêz û partiyên siyasî, heta niha ji bo rawestandina vê talana xwezayê pêngaveke berbiçav nehatiye avêtin.
Xelkê herêmê jî ji vê rewşê dilgiran û dibêje, jiyana wan a xwezayî û çavkaniyên wan ên debarê ku bi piranî ajeldarî ye dikevin metirsiyê.
Parêzgariya Şirnexê çend roj berê ragihandibû, darbirîn li Şirnex û navçeyên wê hatiye rawestandin. Parlamenterê AK Partiyê yê Şirnexê Aslan Tatar jî 30ê Temûza 2025an di bulteneke Rûdawê de ragihandibû ku darbirîn bi temamî li Şirnexê hatiye rawestandin.
Lê beşek ji çavkaniyên xwecihî dibêjin hê jî li hinek herêman dar tên birîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse