Bi salan e xwezaya Şirnexê tê talankirin: Baroyê gilî kir

29-07-2025
Ferdî Sak
Darên ku hatine birîn li barhilgiran hatine barkirin /Wêne: Komeleya Mafên Mirovan a Şirxê
Darên ku hatine birîn li barhilgiran hatine barkirin /Wêne: Komeleya Mafên Mirovan a Şirxê
Nîşan Şirnex Birîna Daran Fadil Tay Gilîkirin Baroya Şirnexê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê li dijî birîna darên li gundên navçeya Silopiyayê ya Şirnexê li dozgeriyê gilî kir.

Berdevkê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê Fadil Tay ji Rûdawê re ragihand ku ev 5 sal in li Şirnexê birîna daran berdewam dike û got ku ew dê mijarê bigihînin Parlamento û Serokkomariya Tirkiyeyê.

Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê li dijî birîna darên gundên Biliga, Silib û Cilbiyayê yên navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, serî li dozgeriya Silopiyayê da û gilî kir.

"Birîna daran zerereke mezin dide ekosîstem û jiyana xelkê Şirnexê"

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku karê birîna daran li dijî Yasaya Daristanan û rêziknameyên pêwendîdar tê kirin û ev yek zerereke mezin dide ekosîstem û qadên jiyana xelkê navçeyê.

"Darbirîn krîza avhewayê kûrtir dike"

Di gilînameyê de her wiha amaje bi Peymana Parîsê û Deklarasyona Glasgowê ku Tirkiye jî alîgirê wan e hat dayîn û hat tekezkirin ku tunekirina daristanan krîza avhewayê kûrtir dike û mafê welatiyan ê jiyana di jîngeheke bi tendurist de bin pê dike.

Komîsyonê xwest ku derbarê berpirsên ku destûr daye birîna daran, kesên ku vî karî dikin û yên ku piştgirî didin wan de lêpirsîn bê destpêkirin.

Berdevkê  Komîsyona Jîngehê yê Baroya Şirnexê  Parêzer Fadil Tay derbarê birîna darên Şirnexê û giliya ku wan tomar kiriye de ji Rûdawê re axivî.

"Kesên daran dibirin cerdevan in"

Tay ragihand ku birîndar darên Şirnexê ev 5 sal in berdewam dike û got: “Lê bi taybetî ev dû sal in li gundên Biliga, Cilib û Silib birîna daran zêde bûye. Mixabin di karê birîna daran de hinek kesên xelkê navçeyê jî beşdar in. Ew cerdevan in û navbeynkariya vî karî dikin. Hinek ji wan Goyî (eşîreteke Şirnexê) ne.

"Bi destûra parêzgariyê dar tên birîn"

Fadil Tay diyar kir ku kesên daran dibirin bi destûra Parêzgariya Şirnexê vî karî dikin û got:

"Ev dar bi taybetî darên gûzan, darên mazî û berûyan in û darên mezin ên sedsalî ne. Ew van daran bi awayekî nehiquqî jê dikin.

Me jî wekî 5 heta 6 endamên Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê derbarê wan de li dozgeriya Silopiyayê gilî kiriye."

"Em dê birîna daran bigihînin Parlamento û Serokkomariya Tirkiyeyê"

Serokê Komîsyona Jîngehê yê Baroya Şirnexê tekez kir ku ew dê wekî baro mijara birîna darên navçeyê ji nêzîk ve bişopînin û got:

"Ji bilî gilîkirinê, em dê standekê vekin û îmzeyan kom bikin. Em dê wan îmzeyan bişînin Parlamentoyê.

Em dê mijarê bigihînin Serokkomariya Tirkiyeyê jî û di sîstema online Serokkomariyê (CÎMER) de jî giliybikin.

Dê di warê hiquqî û çalakiyên sivîl de hemû karûbarên me dê berdewam bin. Em ji niha û pêve jî  darbirîna li Silopiya, Cizîr û hemû herêma Şirnexê dişopînin û hemû karên pêwîst dikin.”

"Birîna daran li Şirnexê ne mijareke nû ye"

Birîna daran li herêma Şirnexê, bi taybetî li herêmên çiyayî yên wekî Cûdî, Gabar û Bestayê, ev çend sal in ku di rojevê de ye.

Gelek  caran ev kar bi hinceta "ewlehiyê" tê kirin, lê rêxistinên sivîl û xelkê herêmê dibêjin ku armanc rant û bazirganî ye.

"Rêjeyeke berçav a daristanên Şirnexê ji holê hatiye rakirin"

Li gorî raporên berê yên Baroya Şirnexê, di salên dawî de rêjeyeke berçav a daristanên herêmê hatiye jinavbirin.

Tê îdiakirin ku darên tên birîn, bi taybetî darên mazî û berûyê ne, û ji bo firotinê dişînin bajarên din ên Tirkiyeyê.

Ev rewş dibe sedema koçberbûna ajelên kovî û têkdana hevsengiya ekolojîk a herêmê.

"Tevî nerazîbûn û giliyan talana xwezaya Şirnexê berdewam e"

Tevî gelek gilî û nerazîbûnên baroyan, rêxistinên jîngehparêz û partiyên siyasî, heta niha ji bo rawestandina vê talana xwezayê pêngaveke berbiçav nehatiye avêtin.

Xelkê herêmê jî ji vê rewşê bi nîgeran in û dibêjin ku jiyana wan a xwezayî û çavkaniyên wan ên debarê ku bi piranî ajeldarî ye dikevin metirsiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst