Hewlêr (Rûdaw) - Li ser giliya Erebên hawirde, li nahiyeya Sergeranê ya parêzgeha Kerkûkê 3 cotkarên Kurd dan dadgehê.
Nûnerekî cotkaran dibêje, Kurd li ser zeviyên xwe ne û Ereban xwe li wan zeviyan kirine xwedî.
Nûnerê Cotkarên Sergeranê Mihemed Emîn îro ji Rûdawê re got, "Em çûn Dadgeha Dubzê, îro dadwer rûniştin taloqî 25ê Tebaxê kir."
Li gorî gotina nûnerê cotkaran, berê wan sê cotkaran doz di berjewendiya xwe de bi dawî anîbû, lê Erebên hawirde daxwaza pêdaçûnê kirine û îro rûniştina yekem hat lidarxistin.
Mihemed Emîn amaje bi sedema giliyê kir û got, “Her sê cotkar li gundên Serbeşxax û Şenaxeyê li ser zeviyên xwe kar dikin lê Erebên hawirde dibêjin, wan zêdegavî li ser zeviyên wan kiriye.”
Ji bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an û vir ve Erebên hawirde yên li parêzgeha Kerkûkê û Wezareta Parastinê ya Îraqê, bi hinceta xwedîtiya zeviyên Kurdan, bi dehan caran rê li ber Kurdan girtine ku li ser zeviyên xwe çandiniyê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse