Hewlêr (Rûdaw) - Roja înê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mezlûm Kobanî û Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla serdana Kampa Holê kirin.
Di serdanê de, herdû fermandar ligel berpirsên kampê û fermandarên Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê li nav Kampa Holê civiyan daku agahdarî û pêşhateyên herî nû yên di vê çarçoveyê de bibin.
Rêveberê Navenda Ragihandinê ya YPGê Siyamend Elî ragihand ku şanda Amerîkî û HSDê civîneke girtî ligel Rêveberiya Kampa Holê sazkirine.
Elî herwiha da zanîn ku şanda Amerîkî ji bo herdû şervanên HSDê ku li nav Kampa Holê şehîd bûbûn, sersaxî li HSDê kiriye.
القيادة العامة لقوات سوريا الديمقراطية ووفد من التحالف الدولي برئاسة الفريق أول مايكل كوريلا قائد القيادة الأمريكية الوسطى تطلع على أوضاع وعملية الإنسانية والأمن في مخيم الهول وتعقد اجتماعاً مغلقاً مع إدارة المخيم. #HOL pic.twitter.com/ZJQYOc1yJw
— Siyamend AIi (@SiyamandAli) September 9, 2022
Daxuyaniya CENTCOMê
Li aliyê din Fermandariya Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) jî derbarê civîna bi Fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî û serdana Kampa Holê de daxuyaniyek belav kir.
CENTCOM di daxuyaniya xwe de dibêje:
“Me sersaxî li hêzên HSDê kir ji bo herdu şervanên ku li kampa Holê hatibûn kuştin. Hêzên HSDê di karê pakkirina kampê ji DAIŞê de rastî metirsiyê tên û em ligel wan hevsoz in. Erkê HSDê ji bo pakkirina Kampê ji DAIŞê berdewam e. Ev operasyon dê bihêle ku kamp ewletir be. Me bi çavên xwe dît çawa wan jin girtine û bi zincîran girê dane. Pir girîng e em xelkê di nav kampê de vegerînin welartên wan.
Em ligel hêzên HSD berdewam in ji bo çareserkirina rewşa emnî û nîrên mirovî di kampa Holê de, ev dewamiya hevkariya me ye ji bo jinavbirina DAIŞê.
Nêzî 56000 kes di nav kampê de ne, 90% ji wan jin û zarok in, û di konan de dijîn. Ev rewşeke mirovî ya pir dijwar e.
DAIŞê hewl dide rewşa xirab a kampê bikar bîne. Rojane derdora 80 zarokî jidayik dibin, ev jî rê li pêş nifşekî nû yê DAIŞê xweş dike. 70% ji nişteciyan temenê wan li jêr 12 salan e.
Piraniya nişteciyên kampê DAIŞê red dikin. Ew dixwazin tevlî civakê bibin û vegerin welatên xwe.
Çareseriyeke serbazî ji bo gefa kampa Holê nîne. Çareseriya domdar ew e ku welatên resen hevwelatiyên xwe vegerînin û wan jinûve perwerde bikin û tevlî civakê bikin.
Bêhtirî nîvê nişteciyên kampê ji Îraqê ne. Ez destxweşiyê li pêşketina rasteqîn a ku Îraqê nîşan daye di vegerandina welatiyên xwe de dikim, lê pêwîst e ev yek bileztir bê kirin.
Ev rewş karestbar e û pêwîstî bi çareseriyeke navdewletî heye. Lewma divê civaka navdewletî bi dilsozî li vê rewşê temaşe bike.
Bi nêrîna Amerîkayê, pêwestiya vê rewşê bi nêzîkbûneke hikûmî heye. Ez diyalogê bi riya hikûmeta Amerîkî dikim ji bo başkirina rewşa emnî û mirovî li kampê.”
General Michael “Erik” Kurilla, 9 Eylül'de el Hol Kampını ziyaret ederken https://t.co/WfWmqqkO6V pic.twitter.com/gJY9HEbMCi
— ABD Merkez Kuvvetler Komutanlığı (CENTCOM) (@CentcomTurkish) September 9, 2022
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse