Girtiyê Kurd piştî 32 salan hat berdan

10-09-2024
RÛDAW
Nîşan Ahmet Kaganarslan Girtiyê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê siyasî Ahmet Kaganarslan piştî 32 salan ji girtîgehê hat berdan.

Girtiyê Kurd Ahmet Kaganarslan sala 1992yan li navçeya Silopiyayê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê hatibû desteserkirin.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê bi hinceta “Xirakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” cezaya heta hetayê li Ahmet Kaganarslan birîbû.

Ahmet Kaganarslan di 32 salên zindanîbûna xwe de li girtîgehên cûda yên wekî Semsûr, Dîlok, Amasya, Sîncanê ma.

Kaganarslan piştî ku 32 salan girtî ma, ji Girtîgeha Tîpa Fyê ya Tekîrdagê hat berdan.

Li gorî MAyê, Kaganarslan li ber girtîgehê ji aliyê malbat û nasên xwe û rêvebirên MA TUHAY-DERê ve hat pêşwazîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst