Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Şehmus Sevdînoglu ku bixwe ji parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ye piştî 32 sal ji mana li girtîgehê hat berdan.
Girtiyê Kurd Şehmus Sevdînoglu 1993yan li navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê hatibû desteserkirin û piştre bi hinceta “Xirakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” cezayê heta hetayê lê hatibû birin.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, Şehmus Sevdînogluyê ku heta niha çend car berdena wî bi hincetên cuda dihat paşxistin îro bi biryara Desteya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehan ji girtîgeha Êlihê hat berdan.
Girtiyê Kurd piştî ku hat berdan li bajarokê Erebanê yê girêdayî navçeya Hezexê ji aliyê malbat û kesûkarên xwe ve hat pêşwazîkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse