Li Lîbyayê 25 koçberên din ên Kurd hatin berdan

04-09-2025
RÛDAW
Nîşan Lîbya Koçber Kurd Berdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de 25 koçberên din ên Kurd ên li Lîbyayê girtî bûn hatin berdan.

Hikûmetê ragihand ku koçber dê 10ê Îlonê vegerin Herêma Kurdistanê.

Birêvebiriya Ragihandinê ya Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Ebdulxaliq Mihemed ji Rûdawê re got:

“Bi hewlên Ofîsa Pêwendiyên Derve 25 koçberên din ên Kurd ên ku li Lîbyayê girtî bûn, hatin berdan.”

Ebdulxaliq Mihemed diyar kir ku ji bo pêvajoya berdan û vegerandinê di navbera Ofîsa û Balyozxaneya Îraqê ya li Lîbyayê de hevahengî hatiye kirin.

Hat zanîn ku ciwanan ji ber eleqeya wî û ji bo berdanêm spasiya Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî kiriye.

Dê 10ê Îlonê vegerin

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Pêwendiyên Derve, tê payîn ku ciwanên hatine berdan 10ê Îlonê vegerin Herêma Kurdistanê.

Her wiha hat ragihandin ku meha tebaxê jî  bi heman rengî 6 kesên ku li girtîgehên Lîbyayê girtî bûn hatibûn berdan û vegeriyabûn Herêma Kurdistanê.

Pasaportên derbasbûnê hatine amadekirin

Ebdulxaliq Mihemed derbarê mekanîzmaya vegerê agahî dan û diyar kir ku pirsgirêka koçberan a nebûna pasaportan hebû û ji ber wê jî bi hevkariya Balyozxaneya Îraqê ji bo wan pasaportên derbasbûnê hatine amadekirin.

Ebdulxaliq Mihemed da zanîn ku bilêtên balafirê jî hatine dabînkirin û Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsankariyên pêwîst pêk anîne.

Piraniya wan ji Raperînê ne

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Îraqê Dr. Musenna Emîn 3yê Îlona 2025an ji Rûdawê re gotibû, piraniya 25 kesên ku hatine berdan ji Raperînê ne û dema ku wan hewl dida bi awayekî neyasayî derbasî Ewropayê bibin li Lîbyayê hatine girtin.

Emîn diyar kir ku hewlên ji bo vegerandina ciwanan didomin û li gorî planê dê Îlonê vegerin Herêma Kurdistanê.

Her wiha hat ragihandin ku mesrefên bilêtên vegerê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tên dabînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst