PWKyê di salvegera xwe de banga yekîtiyê kir

10-09-2025
Nîşan PWK Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - PWKyê di duyemîn salvegera damezrandina xwe de daxuyaniyek belav kir û banga yekîtiye kir û got, “Werin em bi hev re vê xeta neteweyî û Kurdistanî xurtir, geştir û berfirehtir bikin!”

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku 10ê Îlona 2023yan ji yekîtiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) hatibû damezrandin, duyemîn salvegera xwe pîroz kir.

Di daxuyaniya ku bi vê boneyê hat belavkirin de, PWKyê bal kişand ser doza girtinê ya li dijî wê, pêvajoya nû, mafê çarenivîsê yê gelê Kurd û banga yekîtiyê kir.

Doza girtinê berdewam dike

PWKyê bi bîr xist ku ji ber navê "Kurdistanê" û bernameya xwe, Mehkemeya Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê doza girtinê li dijî wan vekiriye û ev doz hîn jî berdewam dike.

Hat diyarkirin ku wan li mehkemeyê bi Kurdî û Tirkî parastina nav û bernameya xwe kiriye.

Helwesta li hemberî 'pêvajoya nû'

Di daxuyaniyê de li ser danûstandinên di navbera dewleta Tirk û Abdullah Ocalan de ev tişt hatin gotin:

“Em wekî PWK, çekdanîna PKKyê di menfaetê doza miletê Kurd de dibînin, ev dikare rê li ber behaneyên dewleta Tirkiyeyê teng bike û rê li ber xebatên siyasî, demokratîk û civakî yên sivîl xweş bike.

Lê divê Dewleta Tirkiyeyê jî dawî li operasyon û dagerkirina beşên din yên Kurdistanê bîne.”

PWKyê nêrînên Abdullah Ocalan ên di “Banga Aştî û Civaka Demokratîk“ de rexne kir û ragihand:

“Bêguman, em weke PWK bi awayekî eşkere diyar dikin ku em li dijî van nerînên Abdullah Ocalan in. Weke her miletekî bindest, mafê miletê Kurd jî heye ku bi awayekî azad û serbixwe ‘qedera xwe bi destê xwe tayîn bike’. Li gorî me; di vî warî de biryara dawî ya miletê Kurd û kurdistanîyan bi xwe ye.”

"Nabe qedera Kurdan li pişt deriyan bê hefskirin"

PWKyê daxwazên xwe yên ji bo çareseriyeke rasteqîn rêz kir û destnîşan kir ku divê nasnameya miletê Kurd, perwerdeya bi zimanê Kurdî û fermîbûna zimanê Kurdî bên qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku divê hemû aliyên siyasî, demokratîk û sivîl ên miletê Kurd wekî aliyê Kurdan bibin mixatabê dewleta Tirkiyeyê û wiha hat gotin:

“Heger mesele mafên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd be, nabe ku qedera Kurdan, li pişt deriyan, bi hevdîtinên neşefaf û di nav sînorên hevdîtinên Ocalan û dewleta Tirkiyeyê de bê hefskirin.”

Banga yekîtiya neteweyî

Di dawiya daxuyaniyê de, PWKyê bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û got:

“Qedera her çar perçeyên Kurdistanê bi xweşî û nexweşiyên xwe tesîrê li hev dikin.

Ji bo wê jî divê di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de, li ser esasê hevrêziyê koordînasyoneke neteweyî û demokratîk bê ava kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst