ÎLAM - Birûskê li şivanekî 17 salî da û ew kuşt

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îlam Rojhilatê Kurdistanê Baran Berf Birûsk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Qaymeqamê navçeya Dêluranê ya parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku li gundekî sînorî ji ber birûskê şivanek miriye.

Saziya Keşnasiyê ya Îranê jî da zanîn ku pêla berf û baranê li herêmê heta dawiya hefteyê berdewam dike.

Qaymeqamê Dêluranê Murad Yegane ragihand ku li gundê Çem Hêndiyê birûskê li şivanekî daye û got:

"Kesê ku canê xwe ji dest daye 17 salî ye û şivan e.

Dema baran dibariya li gundê Çem Hêndiyê li ber ajelên xwe bûye û birûskê lê daye."

Ji derengiya şeva yekşemê ve pêleke baranê û ji şeva sêşemê ve jî berfê bandor li parêzgeha Îlamê kiriye.

Li gorî rapora keşnasiyê, rêjeya herî zêde ya baranê li Awdenanê û ya herî kêm jî li Mêranê hatiye tomarkirin.

Li gorî pêşbîniya keşnasiyê, li parêzgeha Îlamê barana zêde û li hinek deveran jî berf dê heta şeva çarşemê berdewam bike.

Rojên pêncşem û înê jî berf û baran dê dem bi dem bibarin.

Serokê Navenda Pêşbîniyê ya Rêxistina Keşnasiyê ya Îranê Sadiq Ziyayiyan ragihand, tê pêşbînîkirin ku ev pêla baranê heta yekşemê berdewam bike.

Li gorî pêşbîniyê, ji roja pêncşemê ve barîna berf û baranê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê kêm dibe û pêl berê xwe dide deverên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst