Hewlêr (Rûdaw) - Pêleke berf û baranê Rojhilatê Kurdistanê girtiye ber xwe û metirsiya hişkesaliyê kêm kiriye.
Li gorî raporên birêvebiriyên keşnasiyê, rêjeya herî zêde ya baranê li seransere Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî zêde li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê hatiye tomarkirin.
Li Îlamê rekora baranbarînê hat şikandin
Ji derengê şeva yekşemê ve baran û ji şeva sêşemê ve jî berfê hemû parêzgeha Îlamê girtiye.
Li gorî rapora Keşnasiya Parêzgehê, baran herî zêde li Awdananê û herî kêm jî li bajarê Mêranê bariyaye.
Pisporê Keşnasiyê yê Birêvebiriya Keşnasiya Îlamê Îhsan Ehmedînejad ji ajansa fermî ya hikûmeta Îranê re ragihand, ji sibeha duşemê heta sibeha çarşemê li Awdananê 155,8 milîmetre baran bariyaye û bi vê yekê re rêjeya herî bilind a baranê li seranserê Îran û Rojhilat li wî bajarî hatiye tomarkirin.
Li navenda bajarê Îlamê zêdetirî 113 milîmetre û li Mêranê jî 35,4 milîmetre baran bariyaye ku rêjeya herî kêm parêzgehê ye.
Li gorî pêşbîniyan, li parêzgeha Îlamê barana gur û li hinek deveran berf heta şeva çarşemê berdewam dike û rojên pêncşem û înê jî dê b navber bibare.
Li Bane û Merîwanê baraneke zêde bariyaye
Keşnasiya Parêzgeha Sineyê nîvroya çarşemê ragihand, herî zêde baran li Bane û Merîwanê bariyaye.
Li derdora Baneyê 217 milîmetre û li nav bajêr 139 milîmetre baran hatiye tomarkirin.
Her wiha li Merîwanê 189, li Sewlawayê 137 û li Seqizê 110 milîmetre baran bariyaye.
Baran herî kêm li rojhilatê parêzgehê (Bîcar, Qurwe û Dêwlan) bariyaye.
Rewşa Loristan û Urmiyeyê
Li parêzgeha Loristanê heta sibeha çarşemê 33 milîmetre baran bariyaye.
Birêvebirê Keşnasiya Loristanê Bêhrûz Muradpûr diyar kir ku li Polduxterê 70,5 û li Rûmişkanê 69,6 milîmetre baran bariyaye.
Li Xuremabada navenda parêzgehê 27,6 milîmetre bariyaye.
Ji sibeha çarşemê ve li derdora bajarê Dilfanê berf dibare.
Birêvebiriya Avê ya Parêzgeha Urmiyeyê ragihand, ji destpêka payîzê ve heta îro çarşemê 80,5 milîmetre baran li parêzgehê bariyaye ku li gorî par ji sedî 37,2 zêde ye.
Herî zêde baran li herêma Zêyê (Pîranşar û Serdeşt) bi 190 milîmetreyan bariyaye.
Li derdora Gola Urmiyeyê 89,8 milîmetre baran bariyaye.
Birêvebirê Giştî yê Avê yê Parêzgeha Urmiyeyê Mecîd Resteqarî ragihand, bi saya vê pêla dawî, barana meha duyem a payîzê li parêzgehê li gorî par ji sedî 296 zêde bûye.
Li parêzgeha Kirmaşanê jî li gorî daneyên dawî, li Paweyê 83, li Selasî Bawecanî 48, li Qesra Şîrînê 47 û li Gaware û Sûmarê 39 milîmetre baran bariyaye.
Lehî û girtina rêyan
Ji ber barana gur li parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Zencan û Tewrêzê lehî rabû û hat û çûn zehmet bû.
Alîkarê Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê Mihemedhuseyn Kebadî ragihand, tîmên wan li parêzgeha Sineyê alîkarî daye 823 kesên ku ji ber lehiyê di rê de mane, bi taybetî li rêya Seqiz-Dîwanderê.
Alîkarê Birêvebirê Rêyan ê Parêzgeha Sineyê Ramîn Mehmûdî jî diyar kir ku ji ber berfê rêya 40 gundan hatiye girtin.
Li navenda bajarê Kirmaşanê lehî rabû, av kete nav 15 mal û dikanan û otomobîlek di bin avê de ma.
Birêvebiriya Rêyan a Urmiyeyê hişyarî da ku li rêyên Serdeşt-Mehabad, Bokan-Mehabad, Serdeşt-Pîranşar û deriyê Hecî Omeran berf û mij heye û divê şofêr zincîran bi kar bînin.
Serokê Navenda Pêşbîniyê ya Rêxistina Keşnasiyê ya Îranê Sadiq Ziyayiyan ragihand, tê pêşbînîkirin ev pêla baranê heta 14ê mehê berdewam bike lê ji pêncşemê ve li Rojhilatê Kurdistanê kêm dibe û ber bi başûr û rojhilatê Îranê ve diçe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse