Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 5 gerîlayan eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê, wan gerîlayan sala 2019an li cihên cuda di şer û pevçûnên bi artêşa Tirkiyeyê re canê xwe ji dest daye.
HPGyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew gerîlayên bi navên Xerzan Zerdeşt, Navdar Serkeftin, Adir Bistin, Cesur Botan û Bager Ararat bi bîr tîne.
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameyên wan gerîlayan wiha ne:
Xerzan Zerdeşt: Navê wî yê fermî Yahya Karabaş e, ji Bedlîsê ye û 25ê Îlona 20219an li Qendilê canê xwe ji dest daye.
Navdar Serkeftin: Navê wî yê fermî Mehmet Îhsan Kilinç e, xelkê Mêrdînê ye û 23yê Tebaxa 2019an li Mêrdînê canê xwe ji dest daye.
Adir Bîstîn: Navê wî yê fermî Halîm Buyukbayram e, ji Amedê ye û 6ê Hezîrana 2019an li herêma Xakurkê canê xwe ji dest daye.
Cesur Botan: Navî wê fermî Serkan Karaduman e, xelkê Colemêrgê ye û 14ê Çiriya Paşîn a 2019an li herêma Avaşînê canê xwe ji dest daye.
Bager Ararat: Navê wî yê fermî Omer Seferoglu ye, ji bajarê Agiriyê ye û Kanûna Pêşîn a 2019an li herêma Avaşînê canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse