Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got, “Bi navbeynkariya aliyên navneteweyî ya ji bo rawestandina êriş û binpêkirinên li dijî xelkê me yê li Helebê, em gihiştin lihevkirinekê ku rê li ber agirbestê vedike.”
Kom û komikên çekdar ên hikûmeta demkî ya Şamê êrişî taxên Kurdan ên li Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) dikin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî berê vê sibehê bi rêya hesabê xwe yê Xê postek belav kir û eşkere kir ku ew ew gihiştin lihevkirinekê ku rê li ber agirbestê vedike.
Peyama Mezlûm Ebdî ev e:
"Bi navbeynkariya aliyên navneteweyî ya ji bo rawestandina êriş û binpêkirinên li dijî xelkê me yê li Helebê, em gihiştin lihevkirinekê ku rê li ber agirbestê vedike.
Ev lihevkirin derxistina şehîd, birîndar, sivîlên asêmayî û şervanan ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê ya ber Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve misoger dike.
Em bangî navbeynkaran dikin ku pêbendî sozên xwe yên rawestandina binpêkirinan bin û ji bo vegera ewle ya koçberan a li malên wan bixebitin.
Silaveke bi rûmet ji bo berxwedêrên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, şehîd, heval û malbatên wan û sivîlên ku li ber xwe daye.
Em sersaxiyê ji xwe, ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin û hêviya şîfaya lezgîn ji birîndaran re dikin."
#BILEZ - Mezlûm Ebdî: Em gihiştin lihevkirinekê ku rê li ber agirbestê vedike
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 11, 2026
📣 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got:
💬Bi navbeynkariya aliyên navneteweyî ya ji bo rawestandina êriş û binpêkirinên li dijî xelkê me yê li Helebê, em gihiştin… pic.twitter.com/AUoxOkUnlM
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse