HSDyê li ser agirbestê daxuyanî da

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Sûriye Agirbest Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ew bi temamî pabendî agirbestê ne ku bi Hikûmeta Şamê re li ser li hev kirine.

HSDyê tekez kir ku heta êrişî wan neyê kirin ew dest bi ti çalakiyên leşkerî nakin.

“Em destpêşxeriya şer nakin”

Fermandariya Giştî ya HSDyê di daxuyaniya xwe de got:

"Em pabendbûna hêzên xwe ya tam bi agirbesta ku bi hikûmeta Şamê re li ser hatiye lihevkirin radigihînin.

Em tekez dikin ku heta hêzên me di paşerojê de rûbirûyî ti êrişan nebin, em dê destpêşxeriya ti çalakiyeke leşkerî nekin."

Pabendbûna bi Peymana 18ê mehê

HSDyê di daxuyaniyê de bal kişand ser çareseriya siyasî û wiha hat gotin:

"Her wiha em vekirîbûna xwe ya li hemberî rêyên siyasî, çareseriyên bi danûstandin û diyalogê tekez dikin.

Em amade ne ku ji bo bicihanîna Peymana 18ê Kanûna Paşîn gavan biavêjin da ku xizmeta aramî û seqamgîriyê bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst