Hemû aliyên fraksiyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê, hevnerîn bûn ku bi yek helwest reftarê bi hemû pirsan re bikin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku hemû aliyên fraksiyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê, hevnerîn bûn ku bi yek helwest reftarê bi hemû pirsan re bikin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek li ser naveroka civîna firaksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê û Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir û ragihand, ku hemû alî hevnerîn bûn ku bi yek helwest reftarê bi hemû pirsan re bikin û bi kirdar pêngavan bo pêkanîna hevpeyamnî û peyreweke giştî bavêjin ku hemû aliyên Kurdî jê razî bin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir ku di civînê de, rewşa xwepêşandanan, yekxistina aliyên siyasî û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê li hember pêşhatên Iraqê hatine gotûbêjkirin.
Li gor daxuyanî behsa pêngavên pêkanîna hevpeymaniya fraksyonên Kurdistanî hatiye kirin ku bi dilê hemû firaksyonan be.
Hemû alî tekeziyê li ser wê yekê dikin ku berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê û parastina maf û qewareya destûrî û siyasî ya Kurdistanê û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, bingeha sereke ya beşdariya aliyên siyasî be di hikumeta Iraqê da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse