PDKê û YNKê li ser Parêzgarê Kerkûkê li hev kirin

11-07-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Kerkûk PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - PDKê û YNKê li ser Kerkûkê li hev kirin û li gor rêkeftina herdu aliyan Teyib Cebar dibe parêzgarê nû yê Kerkûkê.

 

Îro polîtboruyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê derbarê gotûbêjkirina rewşa Kerkûkê û diyarkirina berbijêrekî hevbeş bo posta Parêzgarê Kerkûkê de civiyan.

 

Piştî civînê, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed û Endamê Polîtboruya YNKê Hakim Qadir beşdarî di konferanseke rojnamevanî de kirin û biryara hevbeş a herdu aliyan derbarê Kerkûkê de aşkere kirin.

 

Mehmûd Mihemed û Hakim Qadir ragihandin ku di civîna îro de PDKê û YNKê li ser diyarkirina berbijêrekî hevbeş bo posta Parêzgarê Kerkûkê li hev kirine û dane xuyakirin, li gor rêkeftina herdu aliyan, bo posta Parêzgarê Kerkûkê, Teyib Cebar berbijêrê wan ê hevbeş e.

 

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed herwiha got, Teyib Cebar berbijêrê Lîsteya Birayetî ye û dê ne tenê nûneratiya kurdên Kerkûkê lê belê dê nûneratiya hemû pêkhateyên din ên Kerkûkê jî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst