Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş piştî merasîma çekdanînê ya PKKyê got, "'Têkçûyê aştiyê nîne,' gotibû Sirri Sureyyayê hêja."
Îro komeke gerîlayên PKKyê li Şikefta Caseneyê çekên xwe danîn.
Di merasîma îmhakirina çekan de ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk, Hevseroka Konseya Rêveber a (KCK) Besê Hozat û komeke gerîla cih girt.
Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşê ku ev 8 sal û nîv e di girtîgehê de ye, piştî merasîma çekdanînê ya PKKyê, li ser medyaya civakî li gel wêneyekî Sirri Sureyya Onder daxuyaniyek belav kir.
Demîrtaş di daxuyaniya xwe de cih da van gotinan:
"'Têkçûyê aştiyê nîne,' gotibû Sirri Sureyyayê hêja.
Belê, îro me berhema yekem a wan hewldanên ku te jî dilê xwe dabûyê, wergirt.
Têkçûyî çênebû, wê çênebe jî. Li ser xêrê be, pîroz be.
Silav û spasiyên min ji bo her kesê ku keda wî tê de heye..."
"Barışın kaybedeni olmaz" demişti, değerli Sırrı Süreyya. Evet, bugün senin de yüreğini koyduğun çabaların ilk meyvesini aldık.
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) July 11, 2025
Kaybeden olmadı, olmayacak.
Hayırlı, uğurlu olsun. Emeği geçen herkese selam ve teşekkürlerimle... pic.twitter.com/oQFTDjkWne
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse