Bahçelî spasiya Demîrtaş kir

12-07-2025
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Devlet Bahçelî PKK Çekdanîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî piştî merasîma çekdanînê ya PKKyê, ji bo Demîrtaş peyam şandiye û gotiye, "Di pêkhatina vê encamê de keda wî gelekî hêja û bibandor bû, heke hûn bi vê wesîleyê spasiyên min jê re ragihînin ez dê kêfxweş bibim.”

Doh li Şikefta Caseneyê ya Silêmaniyê merasîma îmhakirin û şewitandina çekan a gerîlayên PKKyê hat lidarxistin.

Li gorî agahiyên Serbestiyetê, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî, piştî merasîma çekdanînê ya PKKyê ya li Silêmaniyê bi telefonê li parêzerê Selahattîn Demîrtaş ê li Edîrneyê geriyaye.

Bahçelî, da ku ji Demîrtaş re bê ragihandin, wiha got:

“Di derketina holê ya vê encamê de keda wî gelekî hêja û bibandor bû.

Bi vê wesîleyê, heke hûn spasî, silav û rêzên min jê re ragihînin ez dê gelekî kêfxweş bibim.”

Parêzerê wî peyam gihand Demîrtaşê ku li Girtîgeha Edîrneyê ye.

Demîrtaş jî bi destxeta xwe peyamek ji Bahçelî re nivîsandiye û ji ber tevkariyên wî spasiyên xwe, silav û rêzên xwe pêşkêş kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst