Pervîn Buldanê Sirri Surreya Onder bi bîr anî

11-07-2025
RÛDAW
Nîşan Pervîn Buldan DEM Partî Sirri Sureyya Onder
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Pervîn Buldanê di roja merasîma çekdanînê de Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û got, "Rehet razê, heval Sirri. Îro çek tên danîn."

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Pervin Buldanê ji ser hesabê xwe yê Xê ji Sirri Sureyya Onder re wiha nivîsî:

"Îna te bi xêr be.

Ez dizanim tu dibînî, tu kêfxweş û bi hizûr î.

Xewa te rehet be, heval Sirri. Îro çek tên danîn.

Êdî paşerojeke bê mirin û bê girî li benda me ye.

Ev aştî diyariya te be. Îna te pîroz be.  Ez dizanim tu temaşe dikî, tu dibînî, tu kêfxweş û aram î. Rehet razê, heval Sirri. Îro dê çek bên danîn."

Sirri Sureyya Onder yek ji endamên sereke yên Heyeta Îmraliyê bû û di pêvajoya çareseriyê de bû û di vê pêvajoyê de roleke girîng lîstibû.

15ê Nîsanê ji ber firehbûna damarê wî yê aortê krîza dil li Sirri Sureyya Onder da.

Onder 18 rojan li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Stenbolê hat tedawîkirin û di 3yê Gulanê de wefat kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst