Hewlêr (Rûdaw) – Nexweşxaneya ku Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin ragihand ku laşê Onder bersivê dide tedawiyê.
Pêr bi şev krîza dil li endamê Heyeta Îmraliyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder da.
Onder Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya Stenbolê hat emeliyatkirin.
Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê derbarê rewşa Onder daxuyanî da.
Di daxuyaniya nexweşxaneyê de hat diyarkirin ku rewşa Onderê ku li beşa lênihêrîna giran bi amûra piştgiriya gera xwînê ve girêdayî ye, xetereya jiyana wî berdewam dike lê di tedawiya wî de tiştên erênî jî çêdibin.
Di daxuyaniya nexweşxaneyê de hat diyarkirin ku rewşa Onderê ku di beşa lênihêrîna giran de bi amûra piştgiriya gera xwînê ve girêdayî ye, xetereya jiyana wî berdewam dike, lê di derbarê rewşa tenduristiya wî de daxuyaniyeke hêvîdar hat dayîn.
Daxuyaniya nexweşxaneyê
Daxuyaniya nexweşxaneyê wiha ye:
“Birêz Sirri Sureyya Onder bi giştî bersiveke baş dide tedawiya me. Parametreyên wî yên sîstemîk û metabolîk baştir dibin.
Rewşa asîdozê baş bû û mîza wî normal e. Tenê ji bo parastina gurçikan em dê îro hemofîltrasyonê bikin.
Nefesa wî bêyî kontrol e. Bersiva êşê dide û tansiyona wî û gera xwînê ji duh baştir e.
Gera xwînê ya lingên wî baş e. Di bin ECMO, Noradrenalîn û dobutamînê de tansiyona wî ya navîn 110/66 mmHg e.
Gera ventrikula çepî gelekî baş e lê gera ventrîkulê ya rastê hîn jî ne baş e, pir kêm digire.
EEG pê ve hat girêdan û dê 24 saetan bimîne. Pêvajo dirêj e, em dê li bendê bin. Pêvajoya çadêriyê berdewam dike."
Bertek nîşanî keça xwe da
Prof. Dr. Ertan Sagbaşê ku Onder emeliyat kir jî derbarê rewşa wî agahî da.
Prof. Dr. Sagbaş got, "Yek-du pîvan hene ku me hêvî dikin. Di pîvaneke derbarê gera xwînê de başbûn heye.
Xwînberbûna hema hema rawestiyaye. Wekî ku dixwaze bi serê xwe nefesê bistîne xuya dike.
Dema keça wî çû cem wî bertek nîşan da. Ev tiştên baş in lê pirsgirêka nekarkirina aliyê rastê ya dilê wî berdewam dike.
Makîneya ku fonksiyonên laş girtine ser xwe, erkên dil û pişikê bi cih tîne. Em bi berdewamî şopandinê dikin."
Cevdet Yilmaz: Em nûçeyên erênî distînin
Cevdet Yilmazê Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî li ber nexweşxaneyê di derbarê rewşa tenduristiya Onder de daxuyanî da.
Yilmaz diyar kir ku wan hin nûçeyên erênî wergirtine û got, "Em nûçeyên erênîtir distînin. Bijîşk her tiştî dikin.
Em hêvî dikin ku ew di demek kurt de baş bibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse