Hêzên Rûsyayê gereke serbazî li Rojavayê Kurdistanê kirin

11-08-2022
RÛDAW
Nîşan Rûsya Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rûsya gereke serbazî tekane bêyî hêzên Tirkiyê li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê kirin ku ji Firokexaneya Qamişlo dest pê kir û berê xwe da Amûdê, Dirbêsiyê û Zirganê.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, hêzên Rûsyayê gereke serbazî ku ji 4 zirxpoş û 2 helîkopteran pêk hatibû, li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê pêk anî ku ji Firokexaneya Qamişlo dest pê kir û berê xwe da Amûdê, Dirbêsiyê û Zirganê û li gundê Şîrikê yê li rojavayê Dirbêsiyê bi dawî bû.

Dawiya Tîrmeha borî, hêzên Rûsyayê gereke serbazî li bajar û bajarokê Rojavayê Kurdistanê bêyî hêzên Tirkiye kiribûn ku ev cara duyem e gereke serbazî ya Rûsî bêyî hêzên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst