ISIG: Di tebaxê de herî kêm 192 karker mirine

11-09-2025
RÛDAW
Nîşan ISIG Mirina Karkeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Ewlehî û Tenduristiya Karkeran (ISIG) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di tebaxa îsal de herî kêm 192 karker li ser kar mirine û 13 ji wan zarok in.

Meclisa Ewlehî û Tenduristiya Karkeran (ISIG) rapora xwe ya “Cinayetên Kar” a Tebaxa 2025an eşkere kir.

Li gorî rapora ISIGê di tebaxa îsal de hêrî kêm 192 karker mirine û ji serê salê heta niha bi giştî 1359 karker li ser kar mirine.

Meha tebaxê di sektora pîşesaziyê de 60, di sektora çandiniyê de 45, di sektora çêkirina avahiyan de 44 û di sektora xizmetê de jî 43 karker mirine.

Her wiha di nav karkerên ku mirine de 19 jin û 13 zarok û 6 jî koçber hene.

Li aliyê din, mirina karkeran herî zêde li parêzgehên Stenbol, Antalya, Sêwaz, Mereş, Riha, Amed û Îzmîrê çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst