Li Amedê asansorên taybet ên erdhejê tên çêkirin

11-09-2025
Abdulselam Akinci
Asansora sîsmîk zonê / Kameraman: Cuma Kiliç, Rûdaw
Asansora sîsmîk zonê / Kameraman: Cuma Kiliç, Rûdaw
Nîşan Erdhej Asansor Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Karsazê Mêrdînî Evdirehîm Acibuca, piştî erdhejên 6ê Sibatê, li Amedê dest bi çêkirina asansorên taybet ên bi navê "sîsmîk zone" kir.

Ev asansorên ku li Tirkiyeyê yekem in, di dema hejînê de ji rayê dernakevin û li qata herî nêzîk disekinin.

Karsazê Mêrdînî Evdirehîm Acibuca ku li devera pîşesaziyê ya Amedê kargeha wî heye, piştî erdhejên 6ê Sibatê dest bi çêkirina asansorên taybet ên erdhejê kir.

Acibuca û tîma wî, asansoreke bi navê "sîsmîk zone" hilberand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yekem e.

Ev asansorên ku ji yên asayî zexmtir in, bi endezyariyeke modern û pêşketî hatine çêkirin. Sîstem bi saya sensorên sîsmîk, pêla yekem a erdhejê (pêla P) hîs dike.

Bi vî awayî, berî ku hejîna sereke û wêranker bigihîje avahiyê, asansor bixweber li qata herî nêzîk disekine û deriyên xwe vedike nahêle kes di nav de asê bimîne.

Evdirehîm Acibuca: Divê bibe standart

Xwediyê kompanyayê Evdirehîm Acibuca diyar kir ku divê ev sîstem ji bo avahiyên li ser xeta erdhejê bibe mecbûrî û got:

“Avahiyan li gorî erdhejê çêdikin lê asansorên wan ne li gorî erdhejê ne. Vê asansora sîsmîk zone li Tirkiyeyê cara yekem me çêkir.

Pêwîst e li cihên ku erdhej lê çêdibin ev asansor bên bikaranîn.”

Endezyarê makîneyan Kasim Acibuca:

“Ev asansor ji yên klasîk 10 qat saxlemtir in. Heta ku avahî nerûxe, tiştek bi van asansoran nayê û kesên di hundir de bi silametî rizgar dibin.”

Endezyarê Metalurjiyê Oguzhan Toprak jî got,“Em niha li ser projeyeke hîn mezintir kar dikin. Dema ku me ew proje xilas kir, dê mirov bibînin ku sîstemeke cuda ya asansoran heye.”

Li kargeha Acibuca mehane 75 asansorên klasîk tên çêkirin lê ji asansora erdhejê heta niha tenê du heb hatine çêkirin û ew jî li nexweşxaneya dewletê ya Pasûrê hatine bicîhkirin.

Acibuca û endezyarên wî niha bi danasîna vê teknolojiyê hewl didin ku wezaret û saziyên pêwendîdar vê sîstemê ji bo avahiyên nû bikin mecbûrî da ku di karesatan de windahiyên canî kêm bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst