Li Lîbyayê 21 koçberên din ên Kurd hatin dîtin

11-09-2025
RÛDAW
Nîşan Lîbya Herêma Kurdistanê Îraq Ehmed Sehaf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Îraqê ya li Lîbyayê ragihand ku 21 koçberên din ên Herêma Kurdistanê yîn li wî welatî hatine dîtin û hewlên ji bo vegerandina wan dest pê kirine.

Ev yek piştî wê yekê tê ku duh jî 25 koçberên Kurd ên ku li Lîbyayê girtî bûn, hatibûn azadkirin û vegeriyabûn Herêma Kurdistanê.

Berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Îraqê ya li Lîbyayê Ehmed Sehaf ji Rûdawê re ragihand ku balyozxaneya wan 21 koçberên ku hemû xelkê Herêma Kurdistanê ne li Lîbyayê dîtine.

Sehaf diyar kir ku wan dest bi rêkarên belgeyên wan koçberan kiriye û ew alîkariya mirovî pêşkêşî wan dikin û ji bo vegerandina wan hêsankariyan dikin.

Koçberên ji Herêma Kurdistanê hewl didan bi rêya Lîbyayê derbasî welatên Ewropayê bibin.

Berpirsê Balyozxaneyê Îraqê got, "Vegerandina van koçberan dê bi dilxwazî be û bilêtên balafiran dê bêpere ji wan re bên dabînkirin.

Ji bo parastin û vegerandina koçberan a di demek herî nêzîk de em bi aliyên desthilatdar ên Lîbyayê re di nava hevahengiyê de ne."

Doh Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihandibû ku 25 ciwanên Kurd ên ku li Lîbyayê girtî bûn, hatine azadkirin û gihiştine Herêma Kurdistanê.

Li gorî Berdevkê Fermangehê Ebdulxaliq Mihemed, ew ciwan zêdetirî 50 rojî di girtîgehên Lîbyayê de mabûn û "rastî êş û şkenceyê hatibûn."

Ji dema vekirina Balyozxaneya Îraqê li Lîbyayê yanî di nava salek û neh mehên dawî de, zêdetirî 100 koçberên Îraq û Herêma Kurdistanê ji wî welatî hatine vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst