Îran û Îraqê derbarê partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da: Hatin bêçekkirin

19-09-2023
RÛDAW
Nîşan Partiyên Rojhilatê Kurdistanê Pêşmerge Herêma Kurdistanê Îran Îraq Komîteya Bilind
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Rêkeftina Ewlehiyê ya navbera Îran û Îraqê ragihand ku “grûpên çekdar hatin bêçekkirin û ji sînor hatin dûrxistin.”

Îran û Îraqê li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê rêkeftinek îmze kiribû.

Li gorî vê rêkeftinê, divê partiyên Rojhilatê Kurdistanê werin bêçekkirin û li kampên diyarkirî werin bicihkirin.

Îranê gefa wê yekê dixwar ku eger ew rêkeftin cibicî nebe dê êriş bike.

Îro roja dawiyê ya dema rêkeftina Îran û Îraqê ya li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê bû.

Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Rêkeftina Ewlehiyê ya navbera Îran û Îraqê îro derbarê rêkeftinê de daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê grûpên çekdar ku mebesta wan hêzên partiyên Rohilatê Kurdistanê ne, ji sînor hatine dûrxistin.

Baregeh hatin valakirin

Komîteya navborî da zanîn ku bi rêya hewlên hevbeş ên Hikûmeta Federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komîteya Bilind a navbera her du welatan, “Hemû baregehên muxalefeta Komara Îslamî ya Îranê yên nêzîkî sînor bi temamî hatine valakirin”

Li gorî daxuyaniyê hêzên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li wan baregehên nêzîkî sînor, birine cihekî dûrî sînor.

Ala Îraqê hat daliqandin

Herwiha hat diyarkirin ku “Grûpên çekdar hatin bêçekkirin û ji niha ve dê wekî kesên sivîl serederî bi wan re were kirin.”

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê li herêma navborî bi cih bûne û ala Îraqê jî hatiye daliqandin.

Rêkeftina navbera Îran û Îraqê

Îranê berê jî ji Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestibû ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê, bêçek bikin.

Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê, 19ê Adara 2023yan li Bexdayê rêkeftineke ewlehiyê îmze kir.

Ew rêkeftin li ser çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bû.

Rêkeftin bi navê ewlehiya sînorî ya di navbera her du welatan de ye.

Sererkanê Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Baqirî 11ê Tîrmeha 2023yan ragihandibû ku eger Îraq heta dawiya havînê erkên xwe yên bêçekkirina “grûpên dijber” ên Îranê cîbicî neke, dê ew ji berê tundtir êrişî wan bikin.

Îranê ji 8ê Îlona 2018an ve, gelek caran baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û malên malbatên wan ên li Başûrê Kurdistanê kirine armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst