Mesrûr Barzanî li ser hilbijartinan peyamek belav kir

11-11-2025
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Hilbijartinên Îraqê Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya bidawîbûna hilbijartinên Parlamentoya Îraqê peyamek belav kir û ragihand, "Hêvî dikim nûnerên ku baweriya dengderan werdigrin, bibin nûnerên rasteqîn ên xelkê û parêzvaniyê li mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bikin."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka peyama xwe de diyar kir ku pêvajoya hilbijartinan bi serkeftî bi dawî bûye û pîrozbahî li xelkê Îraqê û bi taybetî li xelkê Kurdistanê kir ji ber ku beşdarî vê pêvajoyê bûn û maf û erkên xwe yên niştimanî bi cih anîn.

"Spasî ji bo hêzên ewlehiyê"

Mesrûr Barzanî her wiha spasiya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, hêzên ewlehiyê, asayîş, polîs û Pêşmergeyan kir ji bo serxistina pêvajoya dengdanê û rola wan a berpirsyarane di parastina ewlehî û selametiyê de.

Mesrûr destxweşî li hemû nûner û çavdêrên biyanî û navxweyî kir û hêvî kir ku bi emanetî rêz li dengê dengderan bê girtin.

"Parêzvaniya mafên destûrî bikin"

Serokwezîr Barzanî hêvî kir ku nûnerên nû parêzvaniyê li mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û statuya Herêma Kurdistanê bikin û got:

"Hêvî dikim li Îraqeke federal û demokratîk ji bo bicihanîna hemû mafên rewa yên gelê me serdemeke nû dest pê bike û encamên hilbijartinê bibin wesîleya baştirbûna jiyan û debara welatiyên Îraqê û bihêztirbûna pêgeha Herêma Kurdistanê û li ser bingeha destûr û rêkeftinan û rêzgirtina li statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê, çareserkirina bingehîn a pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst