Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Şahoyê yê li bajarê Paweyê yê parêzgeha Kirmaşanê, sê "Leoparên Kurdistanê" (Panthera pardus tulliana) bi hev re hatin dîtin.
Ev cureyê di nava gel de wekî "Pilingê Zagrosê" jî tê naskirin di bin metirsiya tunebûnê de ye.
Dema ku li Herêma Parastî ya Bozîn û Merexêlê ya li Çiyayê Şahoyê ajelên kovî dihatin jimartin, malbateke leoparan a ku ji dayîkek û du têjikan pêk tê ket ber kamerayan.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî belav bûn û paşê ji aliyê ajansa fermî ya Îranê ve hatin piştrastkirin de, tê dîtin ku leopar pezkoviyek girtiye û dibin. Her wiha xuya dike ku rewşa wan a tenduristiyê baş e.
"Bi temamî tesadufî bû"
Alîkarê Berpirsa Jîngeha Xwezayî ya Birêvebiriya Parastina Jîngehê ya Kirmaşanê Sureya Qurbanî diyar kir ku ev dîmenên kêmdîtî di dema jimartina ajelên guhandarên giyaxur de "bi temamî tesadufî" hatine tomarkirin.
Qurbanî got, "Yên hatine dîtin dayîkek û du têjikên wê yên gihîştî bûn.
Bizineke ku girtibûn dibirin. Ev kêlî ji aliyê tîmên me ve çirke bi çirke hatin tomarkirin."
Cara yekem e ku sê heb bi hev re tên dîtin
Qurbanî destnîşan kir ku berê şopên leoparan li herêmê hatibûn dîtin lê cara ewil e ku sê heb bi hev re tên dîtin û got:
"Li vê herêmê dîtina sê leoparan di heman demê de car yekem e.
Ev yek nîşan dide ku herêma parastî ji aliyê cihêrengiya biyolojîk ve çi qas dewlemend e û jîngeheke ewle ji bo jiyana kovî hatiye dabînkirin.
Di jimartina ku karmendên parastina jîngehê yên parêzgeha Îlamê jî beşdar bûne de, ev dane nîşan dide ku qada serdestiyê ya van pisîkên mezin berfireh e."
Leoparê Kurdistanê
Ev cure ku ji aliyê xelkê herêmê ve wekî "Leoparê Kurdistanê" û carinan jî wekî "Pilingê Zagrosê" tê naskirin, yek ji cureyên herî mezin ê leoparan e li Asyayê.
Herêma Bozîn û Merexêlê bi qasî 23 hezar û 724 hektar e û li başûrrojavayê Paweyê ye û parçeyek ji zincîreçiyayê Şahoyê ye.
Bi daristanên xwe yên gur û cografyaya xwe ya asê, jîngeheke îdeal pêşkêşî vî cureyê kêmwîne dike.
Ev cure li erdnîgariyeke berfireh ji Ermenistanê heta Pakistan, Îran û Kurdistanê dijî.
Ji ber ku bi şev nêçîrê dikin û şiyana wan a veşartinê (kamûflaj) zêde ye, dîtina wan bi çavan zehmet e.
Temenê wan di navbera 12 û 15 salan de ye. Yên di bin parastinê de dikarin heta 20 salan bijîn.
Leopar zêdetir meha sibatê dikevin dema zayînê û ducaniya wan di navbera 95 û 105 rojan de diajo.
Giraniya her leoparekî di navbera 85 û 100 kîloyî de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse