Alî Babacan îro diçe Amedê

12-01-2024
RÛDAW
Nîşan Alî Babacan Amed Serdan Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan diçe parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê û bi berbijêrên partiya xwe yên wê parêzgehê re dicive.

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan di çarçoveya xebatên hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an de, îro diçe Amedê.

Biryar e Babacan demjimêr 10:00an li oteleke Amedê li gel berbijêrê partiya xwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Prof. Dr. Cenap Ekinci û berbijêrên navçeyan û serokê rêxistina partiya xwe yê Amedê  bicive û piştre daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Alî Babacan piştî civînê dê esnaf û dikandarên Amedê ziyaret bike û dê nimêja inê jî li Mizgefta Mezin a Amedê bike.

Serokê DEVAyê piştre jî dê here navçeya Erxeniyê ya Amedê.

"Tirsa Alî Babacan li Amedê hinek kes lerizandine"

Berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Prof. Dr. Cenap Ekîncî berî serdana Alî Babacan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandibû li Amedê afîş û posterên partiya wan ji aliyê hinek kesên nenas ve ji ser bîlboardên bajêr hatine rakirin û gotibû:

“Tirsa Alî Babacan li Amedê hinek kes lerizandine lê ti sûda tirsê ji bo mirinê nîne û dê DEVA were."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst