VÎDEO - Li Dihokê dronan 2 otomobîl bombebaran kirin

12-01-2024
RÛDAW
Li Dihokê dronan 2 otomobîl bombebaran kirin
Li Dihokê dronan 2 otomobîl bombebaran kirin
Nîşan PKK Amêdî Dron Artêşa Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nêzîkî gundekî navçeya Amêdiyê ya Dihokê 2 otomobîlên ku tê îdiakirin ên PKKyê ne, bûne armanca êrişên dronan.

Li gorî agahiyên ku Nûçegihanê Rûdawê Nasir Elî ji çavkaniyên ewlehiyê bi dest xistine, saet derdora 13:20an 2 otomobîlên PKKyê li ser rêya gundê Dêreşê ya navçeya Amêdiyê, ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve hatin bombebarankirin.

Çavkaniyekî ewlehiyê ku ji Rûdawê re axivî û xwest navê wî were eşkerekirin ragihand ku PKKyiyên di otomobîlan de canê xwe ji dest daye.

Her du otomobîl li nêzîjî gundê Dêreşê ku 5 kîlometre dûrî navçeya Amêdiyê ye hatin bombebarankirin.

Êrişa ku li nêzîkî navenda bajêr pêk hat di nava gel de bû sedema tirs û xofê.

Li aliyê din di daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê ya li ser bombebaranê de hat destnîşankirin ku 2 otomobîlên ku cebilxane tê de bûn li nêzîkî gundê Dêreşê bûne armanca dronên artêşa Tirkiyeyê û 2 endamên PKKyê canê xwe ji dest daye.

Derbarê êrişê de heta niha ti daxuyaniyek fermî ne ji aliyê PKKyê û ne jî ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve nehatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst